Xelkê Rihayê ji ber krîza aborî bêzar bûye 2021-09-27 09:00:46 RIHA - Xelkê Rihayê ji ber krîza aborî bêzar bûye. Welatî dibêjin ji ber bihabûna tiştan ew nikarin tiştekî bikirin û AKP a bi hilbijartinê hatiye wê bi hilbijartinê biçe jî.  Me li kuçe û cadeyên Rihayê rewşa krîza aborî û bihabûna tiştan ji xelkê pirsî. Şêniyên Rihayê destnîşan kirin ku îqtidar û alîgirên xwe di warê aborî de her ku diçe dewlemend dibin û gel jî feqîr dibe û heta ev îqtidar neyê şandin wê krîza aborî sererast nebe.    HER TIŞT BIHA BÛYE    Ji welatiyên ku ji mikrofona me re axivîn Mahmut Kiliç ku li Sûka Sergirtî ya Dîrokî dixwest danûstendinê bike gilî û gazinên xwe ji bo bihakirina her tiştî anî ziman. Kiliç destnîşan kir ku berê her tişt erzan bû û tenê fiyetek bû û niha her piyasek serbest ava kiriye û li gorî serê xwe zemê dike.    DIVÊ AKP BIÇE    Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide jî anî ziman ku heta ev îqtidar yanî AKP neçe wê krîza aborî kûrtir bibe û bi şandina AKP’ê ya di hilbijartinê de rewşa aborî dikare were başkirin û krîz bi dawî bibe.