Gotin ‘gihîşt malbata xwe’ lê cezayê muebetê lê hat birîn 2021-09-27 10:10:51   MÊRDÎN - Derket holê ku Halîl Y. ku medya îqtidarê jê re got bi rêya “qanihkirinê” radestî “malbata xwe hatiye kirin” cezayê muebetê û 13 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hat birîn.    Li Mêrdînê leşker û polîs li dehan malbatan geriyan ku wan “qanih” bikin û bibin ber avahiyên HDP’ê da ku bang li zarokên xwe serê çiya bikin. Dixwazin malbatan bi rêya ku dema zarokên wan radest bibin wê sê çar mehan di hefsê de bimînin û paşê werin berdan tên qanihkirin.   Li Mêrdînê di encama “qanihkirina” malbatekê de Halîl Y. yê di nava PKK’ê de bi Cesûr K. ê ku welatiyê Iraqê ye ku ji xwe re gotiye “ez ajokar im” re di 16’ê kanûna 2019’an de teslîm bûye.    SERNAVÊN ‘GIHÎŞT MALBATA XWE’ SERWÎS KIRIBÛN    Halîl Y. di 30’ê kanûna 2019’an de li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê nîşanî malbata wî dan û medya îqtidarê nûçeyên bi sernavê wek “terorîstê teslîm bû, gihîşt malbata xwe” nûçe serwîs kirin. Ji malbatê re hat gotin wê sê çar mehan di hefsê de bimîne û paşê were berdan. Lê piştî meseleyê tiştên qewimîn bi raya giştî re nehat belavkirin û sozên hatibûn girtin jî bicih nehatin.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê piştî 4 mehan di 17’ê adara 2020’an de derbarê Halîl Y. de ji sûcên “yekîtî û tevahiya dewlet û welat xerakirin”, “hewldana kuştina wezîfedarê cemaweriyê” û “sîleh û guleyên bêrûhsat firotiye an li ser xwe gerandiye” îdianame amade kir. Dozgeriyê derbarê Cesûr K. de jî ji sûcên wek “endamtiya rêxistinê” û “sîleh û guleyên bêrûhsat firotiye an li ser xwe gerandiye” îdianame amade kir.    CEZAYÊ MUEBETÊ Û 13 SAL Û 9 MEH LÊ HAT BIRÎN    Piştî îdianame hat amadekirin darizandina wan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat û di sibata 2021’an de doz bi dawî bû. Dadgehê tevî ku Halîl Y. got “ez li ser banga serokkomarê me hatime, teslîm bûme” jî û 50 kesan teşhîs kiriye jî ji sûcê “xerakirina yekîtî û tevahiya dewlet û welat” cezayê muebetê lê birî.    Her wiha dadgehê ji sûcê “hewldana kuştina bi qestî” jî 15 sal cezayê hefsê da Halîl Y. û ji berk u teslîm bûye û kesên di nava rêxistinê de teşhîs kiriye cezayî wî daxist 12 sal û 6 mehan. Dadgehê ji sûcê “sîleh li ser xwe gerandiye” jî salek û 3 meh cezayê hefsê lê birî.    Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh jî cezayê hefsê û ji sûcê “sîleh li ser xwe gerandiye” jî salek û 3 meh cezayê hefsê da Cesûr K. jî birî. Dadgehê derbarê her du kesan de jî biryara dewama girtinê da.    MA / Ahmet Kanbal