Wezareta Dadê ku ceza taloq bike dê girtiyê nexweş were berdan 2021-09-27 15:56:39   HATAY - KDK’ê bersiva erênî da serlêdana girtiyê nexweş Îsmaîl Tamboga. Dosye ji Wezareta Dadê re hat ragihandin. Serokê ÎHD’a Îskenderûnê Coşkûn Selçûk xwest cezayê wî bê taloqkirin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îskenderûnê ji bo tedawîkirina girtiyê nexweş Îsmaîl Tamboga yê li Girtîgeha Îskenderûnê tê girtin, di 6’ê îlonê de serî li Saziya Kontrola Cemaweriyê (KDK) dabû. Serlêdana ÎHD’ê hat qebûlkirin. KDK’ê dosyeya Tamboga şand Wezareta Dadê.    LI HUCREYÊ DIMÎNE    Tamboga di serdema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Cizîra Şirnexê hêj 16 salî bûye û bi îdiaya “yekîtî û tevahiya welat û dewletê xera kiriye” û “kuştina bi qestî” hatiye girtin û darizandin. Dadgehê bi van îdiayan 4 caran cezayê girankirî yê heta hetayê lê birî. Tamboga ji roja ketiye girtîgehê nexweş e û gelek nexweşîn lê peyda bûne û her roj zeîf dibe. Tamboga nikare avê jî vexwe. Di encama hewldanên ÎHD’a Îskenderûnê de sewqî Saziya Tiba Edlî hatibû kirin û pişt re dîsa biribûn girtîgehê. Tamboga niha ku li benda berdana xwe ye di hucreyek yek kesî de tê girtin.    KDK’Ê XWEST TAMBOGA WERE BERDAN    KDK’ê bersiva erênî da serlêdana ÎHD’ê û ji serlêdanê re gotiye “Çareseriya Dostane” û divê ev rêbaz li ber çavan were girtin. KDK’ê serlêdan mafdar dîtiye û daxwazname ji Wezareta Dadê re şandiye da ku Tamboga were berdan. Her wiha daxwaznameyek ji Serdozgeriya Îskenderûnê re jî hatiye şandin.    XWEST CEZAYÊ WÎ WERE TALOQKIRIN    Serokê ÎHD’a Îskenderûnê Coşkûn Selçûk destnîşan kir ku rewşa Tamboga lezgîn û giran e û xwest demildest cezayê wî were taloqkirin û berdan da ku li nexweşxaneyek baş tedawiya xwe bike.    MA / Hamdullah Yagiz Kesen