15 meh cezayê hefsê li parêzer Nûrcan Kaya hat birîn 2021-09-27 16:06:00   AMED - Ji ber parvekirinên medya dîjîtal, bi hêceta “propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 3 meh ceza li parêzer Nûrcan Kaya hat birîn.    Danişîna biryarê ya doza parêzer Nûrcan kaya ku ji ber parvekirinên Twitterê yên di navbera sala 2014-2020’an de tê darizandin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ji Kaya re di navbera salek û 3 meh û 5 salan de cezayê hefsê tê xwestin. Parêzerên Kaya Veysel Ok, Mehmet Emîn Aktar û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li danişînê amade bûn.    Di danişînê de Serdozgerê Komarê mutalaya xwe ya danişîna beriya niha dubare kir. Kaya çîroka doza ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” derbarê wê de hatiye vekirin vegot.    Piştî Kaya, parêzer Veysel Ok û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivîn. Dûre parêzer Mehmet Emîn Aktar axivî û daxwaza beraeta muwekîla xwe kirin.    CEZAYÊ HEFSÊ LÊ HAT BIRÎN   Dadgehê piştî navbereke kurt, biryara xwe aşkere kir. Dadgehê salek û 3 meh cezayê hefsê li Kaya birî û ceza taloq kir.