Hîndekarên Bogazîçiyê 178 roj in nobetê digirin 2021-09-27 16:06:22   STENBOL - Çalakiya ku hîndekaran li dijî tayînkirina rektorê qeyûm ê Zanîngeha Bogazîçiyê daye destpêkirin, 178 roj in didome.    Çalakiya ku hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê li dijî tayînkirina rektorê qeyûm ê zanîngehê dane destpêkirin, di roja 178’emîn de didome. Hîndekaran di çalakiya ku pişta xwe dan avahiya rektoriyê de dowizên “Em qebûl nakin” , “Em dest jê bernadin” û wêneyên Can Candan, Feyzî Erçîn û Seda Bînbaşgîl hilgirtin. Hîndekaran bi çalakiya rûniştinê nobeta xwe domandin.