ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-28 09:00:13 * Ciwanên HDP'î diyar kirin ku li bajarên herêmê bi polîtîkayên taybet ciwan daxilî nav tiryak, fuhûş û sîxurtiyê tên kirin û mînaka herî berbiçav a vê yekê jî ew e ku di atmosfereke Rewşa Awarte de tiyar bi rihetî tê firotin.  * Abdûrrahman Aşkan, diyar kir ku gava di Girtîgeha Panosê de bû ji bo biçe nexweşxaneyê 3 mehan di hucreyê de hatiye ragirtin û bêyî ku biçe nexweşxaneyê cezayê wî qediyaye û gava derketiye çûye nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jê re gotin pençeşêr lê peyda bûye.    * Amediyan anî ziman kir ku Erdoganê ku meseleya kurdî înkar dike, li derveyî Amedê dibe dijminê kurdan. Amediyar diyar kir ku meseleya kurdî rastiyek e û muxatabê sereke yê çareseriyê jî Ocalan e.    * Li Şirnexê, welatiyên ku gundên hatine şewitandin û destûr nayê dayîn ku careke din vegerên gundên xwe nerazîbûnên xwe anîn ziman û ev tişt gotin: "Li Tirkiyeyê hiqûq tune ye, heger hebûya wê ketina gundan serbest bûna."    * Danişîna 20'an a Komkujiya Pirsûsê dê sibê bê lidarxistin. Parêzer Serdil Îzol, bang li hemû kesî kir ku xwedî li dozê derkevin.    * Ji ber Komkujiya Vartînîsê derbarê Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê Navçeyê yê wê demê Bulent Karaoglû de biryara girtinê hatibû dayîn, lê hefteyek derbas bû hê jî Karaoglû nehatiye girtin.    * Bi hinceta gotinên "Birêz Ocalan" û "Kurdistan" derbarê Hevserokê HDP'a Êlihê Omer Kûlpû de 2 lêpirsîn hatin destpêkirin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 204'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.   * Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) wê têkildarî zextên li ser endamên xwe li ÎHD'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)