Saziyên elewiyan: Bê HDP’ê welatek demokratîk ava nabe 2021-09-28 11:04:24   ENQERE – Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan bal kişand ser girîngiya deklarasyona HDP’ê û got: “Heke Tifaqa Millet dixwaze pergala parlamenteriyê ji nû ve ava bike, ev bê HDP’ê nabe. Bi HDP’ê re welatek demokratîk mimkin e.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh bi sernavê “Deklarasyona Banga Demokrasiyê, Edalet û Aştiyê” têkildarî pirsgirêk û çareseriyên li Tirkiyê eşkere kir. Nûnerên saziyên elewiyan deklarasyonê erênî pêşwazî kirin. Rêxistinên elewiyan diyar kirin ku ew li ser pêşniyazên çareseriyê yên ji aliyê HDP'ê ve hatine kirin, hemfikir in û eger Tifaqa Millet bixwaze welêt careke din bike welatekî demokratîk û laîk divê bizanibe bêyî HDP'ê nabe.    Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan diyar kir ku ew bi pêşniyazên çareseriyê yên ji aliyê HDP'ê ve hatine eşkerekirin razî ye divê danezana HDP'ê ya ku îdîa dike ku edalet û demokrasiyê tîne welêt bi taybet qala pirsgirêkên elewiyan jî bikira. Kaplan diyar kir ku wan di polîtîkayên ku HDP'ê dimeşîne de li hev kirine û çareseriyê pêşniyar kirine û ji derveyî HDP'ê partiyek ku guh bide pirsgirêkên elewiyan nîne û ew dikarin pirsgirêkên ku bi HDP'ê re hene biaxivin.    ‘BÊ HDP’Ê NABE’    Kaplan têkildarî gotina Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, "Em dikarin pirsgirêka Kurd bi HDP'ê re çareser bikin" jî wiha got: "Bi dîtina min çareseriya pirsgirêka kurd HDP û parlamento ye. Deklarasyon ji bo pêkhatina pêşeroja HDP'ê gaveke gelekî girîng e. Yekane bingeha serketina Tifaqa Millet, helwest û tevgera HDP'ê ye. HDP niha partiyek sereke ye, di desthilatdariyê û muxalefetê de, ew ji vê yekê haydar in. Em piştgiriyê didin siyaseta rêya 3’yemîn a HDP’ê. Heke Tifaqa Millet, bixwaze pergala parlementeriyê ji nû ve ava bike, divê ev bêyî HDP’ê neyê kirin. Hewce ye ku têkiliyek bi HDP’ê re were danîn, divê ew bi hev re ji bo demokrasiyê bimeşin, divê ew bi hev re pêşeroja welat ava bikin.”    ‘DANEZAN JI BO SIYASETA NÛ GIRÎNG E’    Serokê Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî (HBVAKV) Ercan Geçmez jî diyar kir ku di danezana HDP’ê de behsa Tirkiyeya demokratîk hatiye kirin û wiha got: “Ez bawer dikim ku pergala parlamenteriyê ya ku her kes xwe tê de bibîne, wê hemû pirsgirêkan çareser bike. Bê guman, hewce ye ku ev mijar hinekî din bêne vekirin. Pirsgirêkên elewiyan jî divê bi pirsgirêkên din re berfireh werin nîqaşkirin û axaftin. Danezana HDP’ê ji bo serdema siyasetê ya nû girîng e. Divê hemû muxalefet xwe bike yek û li dijî siyaseta rejîma yek zilamî siyasetê biafirîne.”    ‘DIVÊ HEMÛ ALÎ BI BAWERIYA XWE BIJÎN’    Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Musa Kulu jî anî ziman ku divê Tifaqa Millet piştgiriyê bide HDP û hêzên demokrasiyê û got: “Di vê derbarê de tişta ku divê bê kirin ev e ku hemî mirov mîna xwe bi baweriyên xwe bijîn, wekî din çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê ne mimkin e. Ya ku em jê re dibêjin siyaseta riya sêyemîn bi rastî peymanek civakî ya nû ye. Ji xeynî vê pir zor e ku siberojek aştiyane, demokrasî were avakirin. Têkoşîna tifaqa demokrasiyê ya HDP’ê ji bo gelên Tirkiyê rizgarî ye.”