Malbata Şenyaşar: Dema edalet nebe mirovahî jî nabe 2021-09-28 11:35:09   RIHA - Malbata Şenyaşar a di roja 204’emîn de çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne wiha got: “Dema edalet nebe, mirovahî jî nabe!”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 204’emîn de didome. Ji ber polîsan dest danîbûn ser pankartên malbatê, malbatê bê pankart çalakiya xwe didomînin.    Malbatê li ser hesabê xwe yên medya dîjîtal hesabên Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû, Baroya Îzmîrê, Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî û Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn etiket kir û wiha got: “Dema edalet nebe, mirovahî jî nabe! Bila nalet li endamên darazê yên edaletê pêk neyînin were. Bila nalet li kesên ku zilmê li welatiyên xwe dike were, bila nalet li wan kesên ku zilmê li vê dayikê dikin were.”