Polîtîkayên avê yên Tirkiyeyê li ser Sûriye û Iraqê tên nîqaşkirin 2021-09-28 11:35:53   HESEKÊ - Di Komxebeta Avê ya Navneteweyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin de hat diyar kirin ku Tirkiye bi girtina avê ya Çemên Dîcle û Firatê li dijî Sûriyeyê û Iraqê ji şerê çekdarî xetertir şerê avê dimeşîne.    Komxebata Avê ya Navneteweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi tevlîbûna 300 delegeyan duh li Hesekê hat lidarxistin, di roja duyemîn de didome. Di beşa yekemîn a komxebatê de 4 mijarên sereke, çem, çemên navnetewî, peymanên navnetewî yên têkildarî qeyrana avê ya ser siyasî û aboriyê hatin nîqaşkirin.    Di beşa ewil a komxebatê de Midurê Navenda Lêkolîna Firatê Silêman Îlyas, Mamosteyê Hiqûqa Navnetewî Mehmûd Batil û Hevseroka Rêxistina Banga Cenevreyê Zozan Îbrahîm axivîn.    TIRKIYE PEYMANAN TUNE DIHESIBÎNE   Axiveran di mijara çemen Firat û Dîcleyê de ser peymanên ku di navbera Sûriye, Tirkiye û Iraqê de hatin îmzekirin sekinîn. Beşdarvanan bi lêv kir ku Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî li gorî peymanan tevnagere.    Axiveran di mijara çavkaniyên avê de bal kişandin ser peymanên navnetewî û bi bîr xistin ku pêdiviya welatan bi parvekirina avê û sûdwergirtina ji ava ku di gelek welatan re derbas dibe, biryara Peymana Helsînkiyê ye. Axiveran bal kişandin ser wê yekê ku Sûriye û Iraq ji ber bendavên ku Tirkiyê li ser çemên Firat û Dîcle çêkirine nikarin ji van çeman sûd wergirin.   Jeostratejîst Gerard Chalian, Damezrênerê Rêxistina Sully Dirty Alan Bound, Aborînas û Endezyarê Çandiniyê Hesen Ezam, Alîkara Koordînasyona Ewlehiya Xurekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Lorîn Betal û Aborînas Ehmed Berekat, wekî axaftvan beşdarî beşa duyemîn a komxebatê bûn.   Civîn di bin çar sernavên sereke de hat birêvebirin. Mijarên şerên avê, nakokiyên navneteweyî û ramanên wan ên siyasî, bandora qeyrana avê ya li ser civakê û bandora kêmbûna avê ya li ser çandiniya herêmê hatin nîqaşkirin. Axiveran diyar kirin ku peyman hene ku av ji bo berjewendiyên siyasî neyê bikar anîn û destnîşan kirin ku neqanûnî ye ku dewlet avê wekî amûrek ewlehiya neteweyî bibînin. Axiveran dan xuyakirin ku Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike û bi lêv kirin ku Tirkiye avê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke çekekê bi kar tîne.   PARASTINA AVÊ PARASTINA MIROVAN E   Di rûniştina sêyemîn a komxebatê de, Profesorê Zanistên Siyasî û Hiqûqa Cemaweriyê yê Misrî Muxtar El Xebaşî û Rêvebirê Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî û Lêkolînên Siyasî ya Rouilion û Damezrînerê Rêxistina Corner House Herald Yard wekî axaftvan beşdar bûn.   Axiveran destnîşan kirin ku veguheztina şerê avê di pevçûnên navneteweyî de dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê di qonaxek paşîn de kûrtir bike, dê bibe çavkaniya nakokiya di navbera welat û hukûmetan de û dê bibe sedemek girîng a şerên di navbera civakan de. Axiveran bal kişandin ser polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî welatên cîran û gotin ku Tirkiye bi dabeşkirina herêmê hewl dide siberoja gelan bike bin kontrola xwe. Axiveran diyar kirin ku Tirkiye, bi depokirina ava 22 bendavên li ser Firat û Dicleyê de hatine çêkirin, armanc dike ku Sûriye û Iraqê bêav bihêle.    Pisporan, hişyarî dan ku bendavên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine çêkirin wê pirsgirêkên cidî li herêmê derxînin û diyar kirin ku bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji vê yekê bandoreke neyînî kirine. Axiveran destnîşan kirin ku di navbera parastina ewlehiya avê û parastina ewlehiya mirovan de cûdahî tune.   Komxebat wê bi rûniştinên 4 û 5’emîn ên îro bi dawî bibe.