Ji bo Roboskiyê ‘edalet’ hat xwestin 2021-09-28 15:11:22   ENQERE - Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê, di meha 117’emîn a Komkujiya Roboskê de daxwaza xwe ya edaletê dubarê kir û wiha got: “Tiştên ku tên serê me, nebûna dewletê û edaletê ye.”   Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê, di meha 117’emîn a 19 jê zarok 34 kesên di encama bombebarandina balafirên şer a li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê de hatin qetilkirin, bi daxwaza "edaletê’ li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî endamê Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê Tanjû Gunduzalp xwend.    Gunduzalp, diyar kir ku heta edalet neyê Roboskê nayê Tirkiyeyê û heta Roboskê neyê ronîkirin, di siyaseta welat de sivîlbûyîn û demokratîk bûyîn pêk nayê.    ‘BÊCEZATÎ LI KOLANAN E’   Gunduzalp, anî ziman ku bi ser komkujiyê ve nêzî 10 sal derbas bûn û wiha got: “117 meh in bi gundek, gelek, civakek û welatekî re li edaletê digerin. Ji wê şevê heta niha di 509 hefteyan de hiqûq winda ye, edalet tune ye û her kes bêdeng e. Her kes qebûl dike ku 34 mirov bi bombeyan hatine kuştin lê vê rewşê di pergala edalet û qanûnan de cihê xwe nabîne.”    Gunduzalp, da zanîn ku sûc û cezayê wê diyar e û got: “Duh jî îro jî li dijî sûcên tên kirin ceza nayê dayîn, edalet pêk nayê. Heta edalet neyê Roboskê nayê Tirkiyeyê. Tişta ku em dijîn, nebûna dewletê û edaletê ye. Roboskê ezmûna dewlet û edaletê ye. Roboskê, şerm, birîn û lêgerîna edaletê ya vê axê ye.”