Derbarê dosyeya kolberên hatin kuştin de biryara 'veşarî' 2021-09-29 09:11:34 COLEMÊRG - Derbarê lêpirsîna derheqê kuştina du kolberan de biryara "veşarî" hat dayîn. Di 20'ê Îlonê de li Colemêrgê bi helîkpterê du kolberên li ser nifûsa Îranê hatibûn gulebarankirin.  Di 20'ê Îlonê de li gundê Bilindbasan ê navçeya Gever a Colemêrgê kolberên ku bazirganiya sînor dikirin ji aliyê helîkopterên Hêzên Çekdar ên Tirks (TSK) ve hatibûn guleberankirin. Di guleberanê de kolber Sozdar Ehmedî (19) û Elîşan Ehmedî (16) ên li ser nifûsa Îranê jiyana xwe ji dest dabûn. 9 kolberên ku eskeran ew binçavkiribûn jî, piştî 3 rojên di binçavan de radestî Îranê hatibûn kirin.    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ   Rêvebirê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Colemêrgê Parêzer Eren Baskin, hûrguliyên bûyera li sînor ragihandin. Baskin, destnîşan kir ku êrîşên li sînor li hemberî kolberan an jî welatiyên herêmê tên kirin êdî di asta komkujiyê de ne û sedema herî sereke ya vê jî "polîtîkaya bêcezatiyê" ye. Baskin got: "Li herêmê ji ber ku ceza nayê birîn, ev komkujî pêk tên. Komên kolberî, ji kesên pir ciwan pêk tên ku debara xwe bi qaçaxçîtiyê dikin. Ji mecbûrî vî karî dikin. Ji lew re qada karî û standardên wan ên jiyanê pir xirab in. Ji ber zext û zoriyê dewletê li wê herêmê bazirganî pêş neketiye. Paya mirovên di navbera her du sînoran de kolberiyê dikin jî mixabin mirin e."    Baskin, destnîşan kir ku hemû hewldanên wan ên ji bo bûyera dawî hatine astengkirin û ji ber ku derbarê lêpirsînê de biryara "veşarî" hatiye dayîn nikarin xwe bigihînin dosyeyê. Baskin got: "Em bi pêkanîneke ku tim leqayî wê tên re rû bi rû man. Qedexeya parêzeran û biryara 'veşarî.' Bi vî awayî kirin ku em nizanibin bê bûyer çawa qewimiye."    Baskin, da zanîn ku bi vî awayî ne cenazeyê kesên hatine kuştin dîtine ne jî zanin bê derbarê kesên hatin binçavkirin de çi hatiye kirin. Baskin got: "Lê çi dibe bila bibe em ê agahiyên derbarê vê bûyerê de hîn bibin û bi raya giştî re parve bikin. Di demên dawî de li sînor binpêkirinên mafan pir zêde dibin. Sedema sereke ya vê yekê jî polîtîkaya 'ez ê bikujim û kes nikare tiştekî jî bibêje' bi xwe ye. Lê divê ev bê zanîn ku tiliya kê di van binpêkirinên mafan de hebe, roj bê dê bên darizandin."    HERÊM HAT BOMBEBARANKIRIN   Parêzer Baskin, destnîşan kir ku cenazeyên kolberên hatin kuştin bi saetan li sînor li ber tavê hatine sekinandin û got: "Yanî tu rêzeke ji bo mirî tune bûye. Malbatên wan jî gava pê hesiyane hewl dane bên Tirkiyeyê û cenazeyên xwe wergirin, lê herêm hatiye topbarankirin ku malbata nikaribin werin. Cenazeyên wan li wesayîtekê kirine û birine nexweşxaneyê. Ev angaştine pir wehîm in. Ev dosye dê bibe dosyeyeke ku hiqûqa navneteweyî û wijdanê raya giştî serobin kiriye. Tu eleqeya kesên li sînoran tên kuştin bi hejmaran tune ye. A bûye eynî wekî komkujiya Roboskiyê ye."    Baskin, anî ziman ku bi taybetî li deverên nêzî sînor bêyî hişyarî bê kirin mirov tên kuştin û got: "Sedema sereke ya vê yekê mixabin polîtîkaya bêcezatiyê ye."