Rêveberiya Xweser, wê giliyê Tirkiyê li NY û YE bike 2021-09-29 09:35:48 HESEKÊ - Komxebata Avê ya Navneteweyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin bi dawî bû. Di danezana hat aşkerekirin de, biryar hat girtin ku Rêveberiya Xweser giliyê Tirkiyê ya ku hiqûqa navneteweyî binpê dike û dibe sedama pirsgirêkan,  li NY û EY bike.    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di navbera 27 û 28’ê Îlonê de, bi tevlîbûna 300 delegeyan Komxebata Avê ya Navneteweyî ya li bajarê Hesekê li dar xist, bi dawî bû. Komxebata ji aliyê Komîteya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Zanîngeha Rojava û Navenda Firat a Lêkolînan pêk hat. Gelek sazî û dezgehên civaka sîvîl, rêxistinên mirovî yên navnetewyî, komeleyên ekolojîk û platformên hiqûqî beşdarî komxebatê bûn.    Di komxebata ku du rojan dewam kir de bal hat kişandin ser rewşa avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşên kêmbûna çavkaniyên avê û sedemên wê, her wiha bikaranîna avê wekî çek ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî herêmê.   Di komxebatê de 5 mijarên sereke hatin nîqaşkirin; peyman û pîvanên navneteweyî yên têkildarî çem û çavkaniyên avê yên navneteweyî, bandorên siyasî, aborî û ekolojîk yên kêmbûna avê û karesatên ji ber xirabûna ewlehiya avê. Her wiha pêşniyar û rêbazên ku dê aloziya heyî çareser bike û derfetê nede karesatên mirovî pêk werin, hatin parvekirin.   AVÊ WEKE ÇEK BI KAR TÎNE    Encamnameya komxebatê ku ji aliyê endamê Komîteya Amadekar Dr. Ebdullah Mistefa ve hate xwendin, wiha ye:   “* Şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk ên bikaranîna avê wek çekeke siyasî li dijî sivîlên li Bakur û Rojhilatê û tevahî Sûriyê û Iraqê.   * Bi navê komxebatê û beşdarên wê, raporeke li ser binpêkirinên qanûnên navneteweyî û belgeyên têkildarî ava navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve, ji deste û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa, rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî re were şandin. * Divê civaka navneteweyî fişarê li dewleta Tirk bike ku dev ji siyaset û binpêkirinên qanûnên ava navneteweyî ya hevbeş berde.   * Dewleta Tirk qanûnên navnetweyî yên giştî, peyamên dualî û sêalî yên derbarê çemên Firat û Dicleyê de bin pê dike, avê wekî çeka şer bi kar tîne, bi vê yekê peymanên Cinêv ên sala 1949'an bin pê dike. Ji ber vê yekê divê gilînameyeke dozgerî li dijî wê were rakirin.   * Divê encamên vê komxebatê birêxistinên civaka sivîl ên peywendîdar û civaka sivîl a li Sûriyê, Iraq û Tirkiyê re were parvekirin   * Divê bang li civaka navneteweyî were kirin ku bi lez destwerdanê bike da ku erka xwe ya mirovî ya têkildarî bandorên qutkirina avê û bandorên wê li civak û kampên koçberan pêk bîne.   * Divê tevahî semîner û lêkolînên di komxebatê de hatine nîqaşkirin werin belgekirin û ji bo nexşeya avê were formîlekirin, da ku bi awayekî guncaw were fînansekirin.   * Divê bang li Rêveberiya Xweser were kirin da ku pirsgirêkên avê bi rêya diyalog û hevkariya bi aliyên têkildarî re mîna Iraq û Sûriyê, rêxistin û hêzên navneteweyî werin çareserkirin, ji ber ku mijara avê mijareke mirovî ye.   * Divê piştgiriya projeyên ku piştevaniya jêderên avê dikin, were kirin û jêderên mayînde jê re werin dabînkirin, bendavên biçûk û navîn li ser çemên biçûk werin avakirin, navendên parzûnkirina avê werin avakirin û av ji çeman ber bi herêmên ku pirsgirêka avê dikişînin ve werin kişandin   * Divê hevkarî bi rêxistinên mirovî û hiqûqî re were kirin ku piştevaniya madî û manewî werin wergirtin da ku li ser pirsgirêk û xeteriyên krîza avê ya li herêmên were sekinandin.   * Divê bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin ku stratejî û siyasetên mayînde nexşe bike û sûdê ji lêkolînên ji navendên lêkolînan derdikevin wergire da ku bandorên krîza avê lê neke û li hember pirsgirêkên neyênî û karesatên jîngehê bisekine.   * Têkildarî bikaranîna avê divê bernameyeke cidî û pabend were danîn û di navbera Rêveberiya Xweser û navendên lêkolînan de were parvekirin.   * Divê bang li Rêveberiya Xweser were kirin navendên lêkolînên taybet bi ewlehiya avê ava bike.   * Divê stasyonên jinûve bikaranîna ava kanalîzasyonan werin avakirin.   * Divê rêbazên enerjiyên altarnetîf yên hewayî û tavê werin bikaranîn.   *Divê ji çemê Dicle were sûdgirtin û ava wê ber bi herêmên ku pirsgirêka avê lê hene ve were kişandin.   * Divê girîngî ji bo parastina ava diherike were kişandin û ji hêla desteyên rêveberiyên herêmê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve werin şopandin, bername û siyasetên şêwirê, ji ferd, kom, şîrket û saziyên pabendî mîsaqên paqijkirina ava hawizên çeman nabin werin danîn, her wiha li gorî ava binerdê re jî were danîn.   * Divê xebat li ser avakirina lêkolîneke giştî û kûr ji çavkaniyên mirovî û aborî û çavkaniyên avê li herêmê re were kirin û li gorî xwestek û geşkirinan were bikaranîn. Divê raporeke giştî ya vê komxebatê li ser çareserî û pêşniyarên beşdaran were rakirin, da ku parastina jêderên avê were kirin, jêderên avê yên nû werin dabînkirin û ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were pêşkêşkirin da ku li ser wê bixebite û lêkolîn bike û pêk bîne û ji hêla komîteya şopandinê ve were şopandin.   * Divê komîteyek were avakirin, erka wê biryarên ku  wê di komxebatê de hatiye dayîn pêk bîne.   * Divê bang li Rêveberiya Xweser were kirin ku komîteya dîplomasî ya taybet bi karûbarên avê ava bike.   Di dawiya komxebatê de hin rêxistin û saziyên beşdar ji ber keda wan a di pêşxistina komxebatê de û hewldanên wan ji bo çareserkirina aloziya avê,  ji aliyê komîteya amadekar a komxebatê ve hatin xelatkirin.”