Girtiyê ji sedî 98 astengdar ji bo raporê şandin Stenbolê 2021-09-29 10:24:54 ENQERE - Girtiyê ji sedî 98 astendar Bekîr Guven ji bo rapora Saziya Tiba Edlî sewqî Stenbolê hat kirin.    Bekîr Guven ê ji sedî 98 astengdar e di sala 2015’an de li ser hesabên xwe yên medya civakî parvekirinan kiriye. Guven ji ber vê hatiye darizandin û 22 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Piştî cezayê wî hat erêkirin, di 20’ê îlonê 2021’an de hat girtin. Ew li Girtîgeha Eskîşehîrê tê ragirtin. Li ser hewldana parêzeran wî rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê. Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneyê diyar kir ku divê 6 mehan cezayê Guven were taloqkirin. Li ser vê yekê ji bo rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) werbigire wî şandin Stenbolê. Wê li ATK’a Stenbolê rapor ji bo wî were amadekirin.     WÎ BI WESAYÎTA RÎNGÊ BIRINE STENBOLÊ    Rukiye Guven a ku li nexweşxaneyê li ber hevjînê xwe ye diyar kir ku rewşa hevjînê wê giran e û li ser rapora nexweşxaneyê wî sewqî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê kirine. Guven destnîşan kir ku hevjînê wê bi wesayîta rîngê birine Stenbolê û ji ber vê yekê bifikar e. Guven anî ziman ku divê ATK rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” bidin hevjînê wê û lê heke ku hevjînê wê di girtîgehê de were girtin ev yek nayê qebûlkirin.