Ayeta kurdî ji tabeleya mizgeftê hat rakirin 2021-09-29 12:21:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bedlîsê, ayeta ku kurdî jî di nav de bi 5 zimanan hatibû nivîsandin ji mizgeftê hat rakirin û piştî ku ayeta bi kurdî jê hat derxistin careke din hat daleqandin.    Derket holê ku li navenda Bedlîsê, ayeta Sûreya Îhlasê ya Qurana Kerîm ku kurdî jî di nav de bi 5 zimanan hatibû nivîsandin, hatiye rakirin û piştî ku kurdî jê hatiye derxistin careke din hatiye daleqandin. Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omerê Farûk Gergerlîoglû, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev parvekirin kir: "Ey Diyanet gelo Xwedê bi kurdî nizane? Li Bedlisê mizgeftek...tabeleyeke daleqandî...Bedlis ji sedî 90 bajarê kurdan e. Diyanet, li mizgeftan bi hêsanî destûr dide îngilîzî, almanî, fransî û rûsî. Lê daleqandina tabeleya bi kurdî, dayîna xutbeya bi kurdî û îbadeta bi kurdî qedexe dibe."