Baroya Amedê: Bila penaberên zarok, astengdar û xetereya wan a mirinê heye neyên dersînorkirin 2021-09-29 14:23:01 AMED - Baroya Amedê, di rapora xwe ya ku têkildarî 15 jê zarok 39 penaberên hatibûn dersînorkirin amade kiribû de pêşniyar kir ku penaberên zarok, astengdar û xetereya wan a mirinê heye neyên dersînorkirin. Komîsyona Mafê Penaberan a Navenda Mafê Mirovan a Baroya Amedê, derbarê 15 jê zarok 39 penaberên ku di navbera 19-25'ê îlonê de li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ya Çinarê hatibûn girtin û piştre hatibûn dersînorkirin de raporek amade kir û bi daxuyaniyekê bi raya gitşî re parve kir. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî tevlî daxuyaniya ku li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî hat dayîn bû.    Endamê komîsyonê Parêzer Baver Mizrak, rapora ku hatibû amadekirin aşkera kir. Mizrak, diyar kir ku ji ber geşedanên dawîn ên li Afganistanê di çend mehên dawîn de hejmara penaberên ku berê xwe didin Tirkiyeyê zêde bûye û wiha got: "Ji bo penaberan hiqûqa neteweyî û navneteweyî pêk nayê. Di vê çarçoveyê de me derbarê 39 penaberên ji Afganistan û Pakistanê ku li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ya Çinarê dihatin girtin de raporek amade kir. Ji penaberên ku temenê wan di navbera 12-30'yî de ne 15 jê zarok û 2 jê jî çavên wan nabînin."   ROJÊ CAREKÊ XWARIN DANE WAN   Mizrak, da zanîn ku penaber di 19'ê îlonê de hatine girtin û di 25'ê mehê de jî ji bo dersînorkirinê wan şandine Wanê û ev agahî dan: "Dema ku penaber hatine girtin îfadeyên wan nehatine girtin, ji bo mafên xwe yên parastina navneteweyî de nehatine agahdarkirin û ji bo piştgiriya hiqûqî parêzer ji wan re nehatine peywirdarkirin. Bia awayekî têrker betanî û amûrên paqijiyê nedane wan. Du rojên destpêkê tenê rojê carekê xwarin dane wan. Mieyneyên wan ên tenduristiyê nehatine kirin. Ji ber îşkenceya ku pasdarên Îranê li wan kirine laşê wan mor bûne û birîndarî li laşê wan hebûne."   DAYIK Û BAVÊ WAN HATINE KUŞTIN   Di berdewamê de Mizrak, bi lêv kir ku piraniya penaberên ku bi wan re hevdîtin kirine dayik û bavê wan ji aliyê Talîbanê ve hatine kuştin û diyar kirine ku heke biçin Talîbanê dibe ku ew jî bên kuştin.    PÊŞNIYAR    Mizrak, derbarê rewşa penaberan de weke Komîsyon ev peşniyar kirin:   “* Ji ber ku îhtîmala kuştina wan heye divê dersînorkirina penaberên ku di nav wan de zarok û astengdar jî hene bê rawestandin.    * Piştî rawestandina dersînorkirina wan serlêdanên penaberên ên ji bo parastina statuya navneteweyî bê girtin.    * Pêwistiyên wan ên tenduristiyê û lazmatiyên wan ên bingehîn ji aliyê saziyên eleqedar ve bên bersivandin.    * Ji bo ku xwe bigihînin mafên xwe yên hiqûqî xebat bên destpêkirin.   * Ji bo vegera penaberan a welatên wan li benda pêkanîna aştiyê ya li welatê wan bên rawestandin.”