ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2021'AN 2021-09-30 09:00:22 * Mehmet Ozgezer ku ji ber eskerî nekiriye 21 sal berê ji welatîbûna Tirkiyeyê hat derxistin û ji ber vê nikare tedawî bibe. Ozgezer anî ziman ku ji bo tedawiyê li benda alîkariyê ye.  * KASED ku bi dirûşmeya "huner ji bo her kesî" zend û bend badan, dê di 15'ê Cotmehê de dest bi kargehên xwe bike. Cîgira KASED'ê Neşe Toprak, ji bo beşdarbûna kargehan bang kir.    * Jinên farqînî ku haziriya zivistanê dikin bi zebze û fêkiyên ku li baxçeyên xwe çandine ava firingî û îsotan, rîçal, berên hişk û tirşiyê çêdikin.    * Li Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F'yê Hamdûllah Zengîn, nayê tedawîkirin. Zengîn, 5 sal in tevî du guleyên di milê xwe de dijî.    * Cûma Ozkan, ji 55 salên temenê xwe 37 sal jê di girtîgehan de derbas kiriye. Keça wî Şehrîban Ozkan jî ku di rêya girtîgehê de mezin bûye, 28 sal in li benda bavê xwe ye.    * Girtiyên di Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F'yê de, diyar kirin ku heqê ceyrana qawîşekê 185 TL hatiye û gotin: "Îdare, ceryana ku xerc dike jî li fatûreyê bar dike."    * Derket holê ku di wesayîta aydê şîrketa Bin Groupê de ku salê bi 2 milyon TL'yî kamuflaj û unîforma ji bo Hêzên Çekdar ên Tirk û Midûriyeta Giştî ya Polîsan tedarek dike, 210 kîlo tiryak hat derdestkirin.    * Welatiyên ku çûn bazara li taxa Cevdetpaşa ya navçeya Rêya Armûşê hatiye avakirin, krîza aborî ya ku pê re rûbirû mane wiha şîrove kirin: "Tiştên ku me berê bi kîs û qaseyan dikirîn, niha em nikarin bi kîloyan bikirin.”    * Wê Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 206'an de berdewam bike.   * Danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gok ku wêneyê qetilkirina Kemal Kûrkût girtibû, dê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (09-17.00)   * Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, wê têkildarî rojeva jinan li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapameniyê li dar bixe. (11.00)   * Şaxa ÎHD'a Êlihê wê li gel malbata Sûat Şahîn ê ku polîsan ew birîndar kiribûn re li avahiya xwe daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê, bi malbata Sûat Şahîn ku ji aliyê polisan ve bi giranî hat birîndarkirin re li avahiya komeleyê daxuyanî bide. (12.00)   * Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê, wê derbarê restorasyona ku li navçeya Sûrê tê kirin li ber Birca Keçikê daxuyanî bide. (12.30)   * Wê danişîna doza gerînendeyên giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê Şebnem Korûr Fîncanci, Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn ku biyara beraeta wan hatibû xerakirin li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.30)