Welatiyê ku 21 sal in bê nasname ye, nikare tedawî bibe 2021-09-30 09:06:38 MÊRDÎN - Mehmet Ozgezer ku ji ber eskerî nekiriye 21 sal berê ji welatîbûna Tirkiyeyê hat derxistin û ji ber vê nikare tedawî bibe. Ozgezer anî ziman ku ji bo tedawiyê li benda alîkariyê ye.  Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bavê 5 zarokan Mehmet Ozgezer, ji ber ku eskerî nekiriye di sala 2000'î de bi biryara Desteya Wezîran ji welatîbûna hatiye drxistin. Ji ber vê jî 21 sal in bênasname ye û nikare tu tiştekî fermî bike û sûdê ji sîgorteyê bigire. Ozgezer piştî qeza kir ji bo nasnameya xwe wergire serî li Wezareta Karên Navxweyî da, lê 4 sal in hê jî dosyeya wî wekî berê ye.    Ozgezer, meha borî emeliyat bûye. Lê ji ber ku sîgorteya wî tune ye, mesrefên tedawiyê ji berîka xwe dide. Ji bo tedawiya xwe temam bike li benda biryara Wezareta Karên Navxweyî û Desteya Wezîran e.    MESREF ZÊDE NE, NIKARE EMELIYAT BIBE   Ozgezer, destnîşan kir ku piştî nasnameya wî jê hatiye standin, 21 sal in, gelek pirsgirêk hatine serê wî û got: "Ji ber ku nasname tune ye, di gelek pirsgirêkan de asê dibim. Tu li cîhanê yî, lê tu tune yî. Yanî ez bêwar im." Ozgezer, anî ziman ku hemû serlêdan kirine, lê belê hê jî biryarek ji Enqereyê nehatiye û 4 sal in dosyeya wî bi hincetên cuda tê redkirin. Ozgezer, bilêv kir ku ji ber ku roviyê wî qetiyaye li beşa lezgîn tedawî bûye û emeliyat bûye, gava tabûrcî bûye ji ber ku sîgorteya wî tune bûye fatûreyeke giran dane ber wî. Ozgezer, bilêv kir ku divê careke din jî emeliyat bibe, lê ji ber ku mesrefên wê zêde ne nikare bibe.    ‘ZAROKÊN MIN HENE, LÊ EZ TUNE ME'    Ozgezer, diyar kir ku pêdiviya wî bi alîkariyê heye û haya dewletê ji rewşa wî heye, lê belê dema wê tê taloqkirin. Ozgezer got: "Di fermiyetê de zewicandî me. Zarokên min hene, lê ez tune me. Her tişt li ber çava ye, eşkere yye. Heger dosye bê lezkirin û nasnameya xwe wergirim, ez ê tedawî bibim. Lê ger nasnameyê nedin, ez ê nikaribim tedawî bibim. Heya meh û nîvekê divê emeliyat bibim. Nizanim ez ê çi bikim."    MA / Ahmet Kanbal