5 sal in du guleyên di milê wî de nehatine derxistin 2021-09-30 09:06:43 MÊRDÎN - Li Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F'yê Hamdûllah Zengîn, nayê tedawîkirin. Zengîn, 5 sal in tevî du guleyên di milê xwe de dijî.  Hamdûllah Zengînê HPG'î di 19'ê Cotmeha 2016'an de li Erzinganê tevî hevalekî xwe di şer de bi birîndar bûye û paşê hatiye girtin. Di şer de du gule li lingên wî, du jê li milên wî yên çepê ketine. Bi emeliyatê tenê guleyên di lingên wî de hatine derxistin û 5 sal in tevî du guleyên di milê xwe de dijî.    Malbata Zengîn ku li Mêrdînê dimîne diyar kir ku ji ber ku kurê wan nayê tedawîkirin, car carinan nikare hêla xwe ya çepê bilebitîne û ji bo tedawiyê bang li rayedaran kirin.    Bira Ridvan Zengîn, anî ziman ku gava birayê wî bi birîndarî hatiye zevtkirin 27 rojan di bin çavan de hatiye hiştin û hatiye îşkencekirin. Zengîn, bilêv kir ku di dema binçavkirinê de birayê wî birine nav erdekî beyar bi mirinê gef lê xwarine û piştî hatiye girtin wî xistine Girtîgeha Erzincanê. Zengîn diyar kir ku gava çûne girtîgehê cem birayê xwe dîtine ku ji ber îşkenceyê çavên birayê wî mor bûne û bi zorê diaxivî.    NIKARE MILÊ XWE BILEQÎNE   Zengîn diyar kir ku piştî wextekê pêşî birayê wî sewqî Gîrsûnê û paşê jî sewqî Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F'yê hatiye kirin û ji ber ku nayê tedawîkirin bi salan e tevî du guleyên di milê xwe de dijî. Zengîn got: "Ji bo tedawiyê daxwazname daye, lê dîsa wî tedawî nekirin. Hê jî gule di canê wî de ne. Em jî û ew jî dibêje, lê wî tedawî nakin. Nikare milê xwe bileqîne, rewşa wî pir xirab bûye."    'BILA BÊ TEDAWÎKIRIN'    Ridvan Zengîn, anî ziman ku ji ber şewba Covîd-19'ê hevdîtina rûbirû tune ye, lê her cara ji bo ya girtî diçin bi pirsgirêkine cuda re rû bi rû dimînin û ji bo 25 deqeyan hear kîlometre rê diçin. Zengîn, diyar kir ku ji ber ku rewşa wan a aborî pir nebaş e, pir nikarin biçin girtîgehê, bes bi telefonê bi hev re diaxivin.   Bira Ridvan Zengîn, bang li rayedaran kir ku birayê wî sewqî girtîgeheke nêzî wan bê kirin û tedawiya wî ji cihê mayî bê domandin û eşyayên jê re dişînin bidin wî.