Li Hatayê dayik û du zarokên xwe mirî hatin dîtin 2021-09-30 09:54:15   HATAY - Li Hatayê dayik û du zarokên xwe li mala xwe kuştî hatin dîtin.    Li taxa Denîzciler a navçeya Îskenderûna Hatayê kesî agahî ji Aynur Mert û zarokên wê Aleyna û Ahmet Alî wernedigir. Cîran û xizmên wan agahî bi polîsan gihandin. Polîs hatin cihê bûyerê û ketin malê. Li malê cenazeyê dayik û du zarokan dîtin. Hat gotin ku ji ber madeyek jehrî bûne û jiyana xwe ji dest dane. Piştî lêkolîna dozger, cenazeyan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.