Cenazeyên Oklu û Yildiz li Wanê hatin veşartin 2021-09-30 10:35:05   VAN - Cenazeyê endamên HPG'ê Vedat Oklu û Yucel Yildiz ên di şerê li herêma Besta de jiyana xwe ji dest dan, li Wanê hatin veşartin.    Li Herêma Bestayê ya Şirnexê di 8’ê nîsanê de di navbera leşkeran û endamên HPG’ê de şer derketibû. Di şer de endamên HPG’ê Vedat Oklu  û Yucel Yildiz jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên herdu HPG’iyan piştî 114 rojan ji aliyê malbatên wan ve hat wergirtin. Malbatan cenaze ji Goristana Bêkesan a Şirnexê hatin wergirtin. Cenazeyê Oklu li Goristana Selahattîn Eyyubî ya li taxa Xaçorta Wanê û cenazeyê Yildiz jî li gundê Exsê yê bi ser Geliyê Zîlan a li Erdîşê ve hatin veşartin.