Meclis vedibe: Pêşniyarên binîqaş di rojevê de ne 2021-09-30 12:27:59   ENQERE - Meclis bi mesaiyeke zêde û rojevên binîqaş di 1'ê cotmehê de vedibe.   Piştî navberdayîna 76 rojan Lijneya Giştî ya Meclisê, sibê dest bi mesaiye dike. Beriya 5'emîn sala qanûndanînê ya serdama 27'emîn a Meclisê, di Lijneya Giştî de hin xebatên sererastkirinê hatin kirin. Pergala elektronîk a dengdayîn û kontrolkirinê jî hatiye nûkirin. Di vê çarçoveyê de li gorî pergala nû şopên tiliyên parlamenteran tên girtin. Unîteyên girêdana şarzê û qompîturan li meseyên parlamenteran hatine bichkirin. Di serdema nû de tiştên ku weke kaxiz li parlamenteran dihatin belavkirin wê êdî di ekranên qompîturên li ser meseyên parlamenteran de bên nîşandan.    Piştî merasîma ku li Bîrdariya Ataturk bê kirin wê saet di 14.00'an de bi rûniştineke taybet Lijneya Giştî ya Meclisê li hev bicive. Piştî ku Serokê Meclisê Mûstafa Şentop, axaftina vekirinê bike wê Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan xitabî Lijneya Giştî ya Meclisê bike.     Piştî axaftina Erdogan wê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî (MEB) Mahmût Ozer ku tayînî şûna Wezîrê berê yê MEB'ê Ziya Selçûk hatibû kirin sond bixwe.    Di sala nû ya qanûndanînê de rojeveke giran li benda Lijneya Giştî ya Meclisê ye. Tê payîn ku di meha cotmehê de li Lijneya Giştî ya Meclisê li ser Peyama Avhewayê ya Parîsê ku Erdogan di Civîna Bilind a Neteweyên Yekbûyî de gotibû wê qebûl bikin hevdîtin bên kirin.    Di 17'ê cotmehê de Pêşniyarqanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2022'an bê meclisê. Wê pêşniyarqanûn destpêkê li Komîsyona Budçe û Planê bê nirxandin û piştre li Lijneya Giştî ya Meclisê li serê hevdîtin bên kirin.    Di sala nû ya qanûndanînê de tê payîn ku li ser Qanûna Hilbijartinê, Qanûna Partiyên Siyasî, sererastkirinên medya sanal ên binîqaş jî hevdîtin bên kirin.   Di sala nû ya qanûndanînê de wê komcivînên yekemîn ên partiyên siyasî de 5'ê cotmehê de dest pê bikin.