ESP’ê serdana malbata Şenyaşar kir 2021-09-30 14:13:15   RIHA - Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu yê serdana malbata Şenyaşar a nobeta xwe ya edaletê didomîne kir û wiha got: “Ji bo ku em vê berxwedanê li her derê belav bikin, tişta ji destê me bê em ê bikin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 206’an de didome. Serdanên çalakiya malbatê jî berdewam dikin. Şandeya ku Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu jî di nav de serdana malbatê kir. Malbatê şande bi dowizên “Em tenê edaletê dixwazin” pêşwazî kir. Parêzerê malbatê Hidayet Enmek jî di serdanê de bi malbatê re bû.    BANGA PIŞTEVANIYÊ   Parêzer Enmek têkildarî dosyaya dozê de şandeya ESP’ê agahdar kir. Enmek, da zanîn ku ligel astengkirinan jî Nobeta Edaletê didome û wiha got: “Em weke parêzer jî heta dawiyê em ê pêvajoya hiqûqî bişopînin. Wê rojekê edalet pêk were. Vê nobeta edaletê da nîşandan ku em hiqûqnas çiqas aciz in. Em hemû hêzên demokratîk vedixwînin ku piştevaniya malbatê bikin.”   'EM Ê BIBIN DENGÊ QÊRÎNA MALBATÊ'    Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî qala girîngiya domandina têkoşîna edaletê ya li vê erdnîgariyê kir. Tumuklu 20’emîn danişîna Doza Komkujiya Pirsûsê ya li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin bi bîr xist û wiha got: “Me duh li Pirsûsê jî dît. Qesrê edaletê, dadgeh û dozger berdevkên berpirsyarên siyasî yên vî karî ne. Em niha li pêş avahiyeke ku berdevka berpirsyarên siyasî dikinin. Em dibînin ku malbatek çawa hatiye qetilkirin û çawa têkoşîna wan tê astengkirin. Banga malbatê bangeke berxwedanê ye. Tişta dikeve ser me ewe ku em bibin dengê qêrîna malbatê. Peywîra me ye ku em li her derê vê qêrînê belav bikin. Em ê berdewam bikin ku ji bo malbata Şenyaşar û ji bo herkesê bêjin edalet. Em têkoşîna edaletê bikin yek. Ev qêrîn, qêrîna me ye.”   Ferît Şenyaşar jî qala zehmetiyên ku di pêvajoya nobetê de dikişînin kir. Şandeyê piştî bi malbatê re demekê nobet girt, ji wir veqetiya.