MSD'ê bi Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re Sûriyeyê axivî 2021-09-30 16:55:05   NAVENDA NÛÇEYAN - MSD'ê, ragihand ku bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood û Berpirsê Dosya Sûriyeyê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ethan Goldrich re çareserkirina qrîza Sûriyeyê axivîne.    Heyeta Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood û Berpirsê Dosya Sûriyeyê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ethan Goldrich re hevdîtin kir. MSD'ê, têkildarî vê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku hevdîtin li avahiya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê pêk hatiye. Hat diyarkirin ku her du alî jî li ser reya çareserkirina qrîz û dosyaya Sûriyeyê nîqaşan kirine.    Hat destnîşankirin ku Joey Hood, ji heyeta MSD'ê û Rêveberiya Xweser a di bin serokatiya Îlham Ahmed re gotiye ku wê hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re heta bidawîkirina terorê û gihîştina ewlehiyê ya herêmê bidome.    Joey Hood, diyar kiriye ku hêzên Amerîkayê heta bi dawîkirina DAIŞ'ê û çareseriya krîza Sûriyeyê wê li Sûriyeyê bimînin. Di berdewema daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: "Joey Hood, diyar kir ku hêzên Amerîkayê wê heta bi dawîkirina DAIŞ'ê û çareseriya krîza Sûriyeyê li Sûriyeyê bimînin. Li ser qrîza Sûriyeyê çareseriya siyasî û xebatên navneteweyî hatin nîqaşkirin. Joey Hood, got ku pêwistî bi bingeheke guncav heye û ji bo pêşxistina çareserkirina siyasî divê li herêmên pevçûn li wan heye aramî pêk were. Ji bo binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê xurtkirin wê Amerîka piştgiriya aborî bide Rêveberiya Xweser."   Li aliyê din piştî ku di 20'ê îlonê de hat ser peywirê şûn ve Berpirsê Dosya Sûriyeyê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ethan Goldrich cara yekemîn bi heyet û nûnerên Sûriyeyê re civiya.    Her wiha ragihandin ku Nûnerê Amerîkayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê David Bronstein jî di civînê de amade bûye.