Rêwîtiyeke talûke: Bi kelekê li pengava bendavê dixin û diçin dibistanê 2021-10-01 09:00:52 AMED - Li gundê Beynatê yê Farqînê, 3 zarokên malbata Orakçi ji ber nebûna serwîsê her roj, didin ser rêyeke talûke. Her sê zarok her roj bi kelekê derbasî wî aliyê pengava bendavê dibin.    Gundê Beynatê yê navçeya Farqîn a Amedê di 1999'an de ji ber Bendava Êlihê di bin avê de mabû. Piştî gund di bin avê de mabû, gundî li devereke bilind xanî ji xwe re çêkiribûn. Gundî ji ber rêyên wan di bin avê de mane, zehmetiyê dikişînin. Bi taybetî jî ji bo zarokên ku çaxê wan ê dibistanê hatiye.    3 zarokên malbata Orakçi ku di çaxê dibistana seretayî û dibistana navîn de ne, her roj didin ser rêyeke talûke. Her 3 zarokên ku dibiçin Dibistana Malabadî ya Farqînê, bi kelekên ku malbatê bi derfetên xwe çêkirine diçin dibistanê û tên. Car heye bavê wan car heye jî apê wan, bi kelekê dibin wî aliyê pengava bendavê. Ji 4 kesên li kelekê siwar dibin tenê yek jê bi avjeniyê dizane. Ev kes jî yan bav e yan jî apê zarokan e.    2 SAET RÊ   Zarokên ku her sibeh saet di 6'an de radibin, zor û zehmetiya dikişînin bes ne derbas wî aliyê pengava bendavê ye. Zarok ji malê heya pengava bendavê 25 deqeyan dimeşin û li vir jî li kelekê siwar dibin û 25 deqeyan derbasî wî aliyê pengava bendavê dibin û bi serwîsa di 10 deqeyan de diçin dibistanê. Zarok gava ji dibistanê dertên dîsa bi heman awayî diçin malê.    Dayika her sê zarokan Salîha Orakçi diyar kir ku her roj çûna zarokên xwe temaşe dike û vê rêwîtiyê şiband rêwîtiya "penaberan". Dayik Orakçi, got: "Heya diçin û tên li wan mêze dikim. Pir ditirsim ku kelek noqî bin avê bibe. Heya niha zarokên min 4 caran di avê de wer bûne. Şil dibin, ji dibistanê dereng ddimînin. Gava baran dibare em li vî aliyî, ew li wî aliyî em li benda hev disekinin. Li wir birçî dimînin. Roja wan tev di rê de derbas dibe."    CARINAN AV DIKEVE KELEKÊ   Bav Mîrze Orakçi jî anî ziman ku car heye av dikeve keleka wan û got: "Her roja dibistan hebe em vê zehmetiyê dikişînin. Min bi xwe du caran zarokên xwe ji nav avê derxistin. Ev rêwîtiyeke pir talûke ye. Rêyeke bejahiyê heye heya dibistanê diçe. Lê ew jî girtiye. Em dixwazin rê bê çêkirin û ji bo zarokan serwîs bê peydekirin."    SERWÎSÊ NADIN WAN   Bav Orakçi, diyar kir ku navbera malê û dibistanê 4-5 kîlometre ye, lê ji ber bendavê bûyye 25 kîlometre û ji ber rê xerabe ye bi vî awayî diçin. Orakçi got: "Me ewilî ji midûrê dibistanê re got, wan jî berê me da midûriyeta perwerdehiyê. Ew jî hatin li rê mêze kirin û gotin dê xeberê bidin. Hefteyek bi şûn de telefon kirin gotin, 'temam me serwîs hel kiriye.' Lê gava me telefonî fîrmayê kir, gotin 'na dê serwîs neyê.' Fîrmayê serwîs neda. Ji bo rê me daxwazname da şaredariyê. Lê heya niha tiştek nehatiye kirin."    Bav Orakçi, xwest rojek berî rojekê rê bên çêkirin û serwîs bê peydekirin.    MA / Ceylan Şahînlî - Mehmet Guleç