Yûsûfoglû: Divê CPT ji ber binpêkirinên mafan biçe Îmraliyê 2021-10-01 09:00:55 STENBOL - Nûnera Qada Tematîk a Muebeda Giran a CÎSST'ê Ezgî Yûsûfoglû, diyar kir ku ji bo binpêkirinên li Girtîgeha Îmraliyê bên raporkirin û ji holê bên rakirin divê CPT biçe girtîgehê.  Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Civaka Sivîl Di Pergala Înfaza Ceza De (CÎSST) û Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî girankirî tên tecrîdkirin serî li Komîteya Pêşîlêgirtin û Şopandina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan.    Nûnera Qada Tematîk a Muebeda Giran a CÎSST'ê Ezgî Yûsûfoglû, serlêdanê nirxand.    CEZAYÊ LI SER CEZAYAN   Yûsûfoglû, anî ziman ku Ocalanê ku cezayê muebenda giran lê hatiye birîn û girtiyên din ên navê wan di serlêdanê de derbas dibe bi kîjan binpêkirinan re rû bi rû dimînin ne malbatên wan ne jî raya giştî baş bi vê nizane. Yûsûfoglû, bibîr xist ku di sala 2002'yan de ji dêvla cezayê darvekirinê cezayê muebeda giran anîne û got: "Ev yek bû cezayê herî giran. Her wiha tabetiyên awarte yên vê rejîma înfazê hene. Girtiyên di çarçoveya 'Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê De ceza li wan hatine birîn heya mirinê û yên edlî jî 30 sal û yên ji sûcên rêxistinkirî jî 36 salan vî cezayî dikişînin. Her wiha înfazeke bi tena serê xwe û 23 saetan jiyaneke bi tena serê xwe heye. Gava mirov van xisûsiyetan û jiyana derve bîne cem hev du, wekî ku girtî jî tim dibêjin, ev cezayê li ser cezayan e."    TECRÎDEKE BÊNAVBER   Yûsûfoglû, diyar kir ku li Îmraliyê dema hewdariyê saetek e û aktivîteyên civakî li gor înîsyatîfa îdareyê ne û mafê tevlîbûna cenaze, destûrdayîn an jî ji ber nexweşînê taloqkirina înfazê tune ye û hevdîtinên bi parêzeran û malbatê re jî ku di metnên qanûna bingehîn û navneteweî de hatine temînatkirin jî têna stengkirin. Yûsûfoglû, destnîşan kir ku pêşî li ber rêxistinên civaka sivîl jî tê girtin ku nikaribin van binpêkirinên mafan bişopînin û got: "Ji saziyên ku kare rewşa Îmraliyê bişopîne yek jê CPT ye. CPT, diyar dike ku înfaza muebeda giran ji binî de biproblem e û di hemû raporên xwe de ji Tirkiyeyê re dibêje vî cezayî ji serî de di ber çavan re derbas bike."    Yûsûfoglû got: "Tecrîda li Îmraliyê binpêkirina mafan e. Li gor Pîvanên Mandella û Pîvanên Girtîgehê yên Ewropayê ragirtin di hucreyê de divê 15 rojan derbas neke. Lê li Îmraliyê ev yek bênavber tê kirin. Em diyar dikin ku divê ev yek ji binî de bê qedexekirin."    BANG LI CPT'YÊ KIR   Yûsûfoglû, destnîşan kir ku tecrîd hem dijî mafên mirovan ên navneteweî hem jî dijî qanûnên Tirkiyeyê ye. Yûsûfoglû, bilêv kir ku di serlêdanên xwe de xwestine CPT biçe ÎMraliyê û got: "Mixabin em nikarin biçin li cihê cih vekolînê bikin û raporê amade bikin. Niha tekane saziya ku dikare vê bike, CPT ye. Me di serlêdana xwe de jî diyar kir ku ji bo binpêkirinên li Girtîgeha Îmraliyê bên raporkirin û ji holê bên rakirin divê CPT biçe girtîgehê."    MA / Mehmet Aslan