29 salan ji bo Kûrt ê bi îşkenceyê hat kuştin dan dû edaletê: Encam bêcezatî! 2021-10-01 09:04:14 AMED - Mûstafa Kûrt, kurê Abdulkadîr Kûrt ê ku li Qereqola Tepê ya Bismilê bi tecawizkirina bi copan jiyana xwe ji dest da û piştî 29 salan AYM'ê derbarê kuştina wî de biryara binpêkirinê da, anî ziman ku dê dev ji dozê bernedin û serî li DMME'yê bidin.  Abdulkadîr Kûrt ku di 1992'yan de li gundê Bîrikê yê Bismil a Amedê hat binçavkirin, li qereqolê bi tecawiza bi copan re rû bi rû ma û piştî tecawizê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di lêpirsîna hat destpêkirin de derbarê 15 eskeran de doz hat vekirin. Doz demeke dirêj li benda dadgeha karbidest hat sekinandin û axirê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 3'yan hat lidarxistin. Dadgehê biryara ewil a dozê piştî 18 salan, di sala 2010'an de da. Dadgehê cezayê muebeda giran li esker Salîh Unerê bi nasnavê "rambo" birî û 14 esker jî beraet kirin. Binefser Uner, biryara derbarê xwe d eşand temyîzê.    DOZ DI NAVBERA DADGEHA BILIND Û DADGEHÊ DE ÇÛ Û HAT   Piştî îtiraza bersûc Daîreya Ceza ya 1'ê ya Dadgeha Bilind, di 12'ê Îlona 2012'an de biryara dadgeha herêmî xera kir. Di danişîna ku di Gulana 2013'an de cardin hat lidarxistin de, heyeta dadgehê biryar da ku Uner bê girtin. Dadgehê vê carê 20 sal ceza li Uner birî. Lê Dadgeha Bilind bi hinceta kêmasî hene, di Nîsana 2015'an de biryara dadgehê cardin xera kir. Dadgeha herêmî di Cotmeha 2015'an de careke din 20 sal ceza li Uner birî. Dosye cardin ji Dadgeha Bilind re hat şandin û biryar di Cotmeha 2016'an de cardin hat xerakirin.    PIŞTÎ 26 SALAN DEMBORÎD   Dadgeha herêmî 16 sal û 8 meh ceza li Uner birî. Dadgeha Bilind jî di sala 2018'an de bi hinceta "demoboriyê" biryar da ku doz bê girtin. Bersûc di heman rojê de hat berdan.    AYM: MAFÊ JIYANÊ HATIYE BINPÊKIRIN   PIştî vê malbata Kûrt, serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. AYM jî di meha Tîrmehê de biryara xwe da. AYM, di biryara xwe de ku "mafê jiyanê û qedexeya muameleya xirab hatine binpêkirin." Her wiha AYM, xwest 500 hezar TL tazmînat bê dayîn. Lê belê kiryar bê ceza hatin hiştin.    Mûstafa Kûrt, kurê Abdulkadîr Kûrt, derbarê dozê de axivî.    3 ROJAN HAT ÎŞKENCEKIRIN   Kûrt, anî ziman ku di sala 1992'yan de li gundê Bîrikê piştî şer tevî bavê wî 16 xizmên wî hatine binçavkirin û got: "Hemûyan birin Qereqola Tepeyê. Li vir bavê min û 15 kesên din îşkence dikin. Bi îşkencenî ku mirov nikare bilêv bike û li tu dera cîhanê nayê dîtin, bavê min li qereqolê şehîd ket."    Kûrt, bilêv kir ku bavê w, piştî tahdeyeke 3 rojan hatiye qetilkirin û got: "Piştî ku bavê min hat kuştin, vê carê gazê apê min dikin ku ew jî bi bavê min re hatibû binçavkirin. Dozger ji apê min re dibêje, 'hûn dev ji vê bûyerê berdin jî, ez dev jê bernadim.' Dozgerê Komarê yê Bismilê yê wê demê wan eskeran dide ber dadgehê."    DÊ SERÎ LI AYM'Ê BIDIN   Kûrt, anî ziman ku paşê di sala 2005'an de bi rêya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer girtine û ji wê çaxê heya niha dozê dişopînin. Kûrt got: "Di dozê de kes nehat cezakirin. Doz hat girtin. Cezayê Salîh Uner hat xerakirin. Sedem jî, demborî. Bifikirin, bi salan e em dû vê dozê ne. Wekî ku em dereng mabin ji bo dozê, rabûn ceza xera kirin. Dosye bi temamî hat girtin. Ne ez ne jî parêzerê min, em ê dev ji vê dozê bernedin. Jiyana mirovekî, ne jiyaneke ew qasî erzan e ku bi pereyan bê stendin. Tiştekî wisa kirin ku, di sala 1992'yan de êşa me çi be, hê jî wisa ye. Em li bendê bûn Dadgeha Bilind û AYM tev de derbarê vî kesê ku 3 caran cezayê muebedê lê hat birîn biryarekê bidin, lê nedan. Bi vê biryarê careke din birîna me tevdan. Em wisa difikirin ku serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Ez kesên ku ev biryar girtin, şermezar dikim."    MA / Ceylan Şahînlî