Cîhad Hesen ê ji aliyê PDK’ê ve hatibû desteserkirin: Îşkence li me dikirin 2021-10-01 10:53:56 QAMIŞLO - Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen 112 rojan di destê hêzên PDK’ê de girtî ma. Hesen diyar kir ku li cihek 6 metrekare ew 30 kes diman, îşkence li wan hatiye kirin û got: “Min qet rûyê dadger û parêzeran nedît. Sîxuriyê ferz kirin û xwestin min teslîmî xwe bikin.”  Li bajarê Hewlêrê bi ser Herêma Kurdistana Federe ve hêzên PDK’ê di 10’ê hezîranê de nûnerê Rêveberiya Xweser ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen binçav kiribûn. Hesen piştî 112 rojan di 29’ê îlonê de serbest hatibû berdan. Piştî ku Hesen hat berdan ji Hewlêrê hat dersînorkirin û di deriyê Sêmalka de derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Hesen tiştên hatine serê wî bi ajansa me re parve kir.    Hesen bi bîr xist ku ev 6 sal in li Herêma Kurdistana Federe nûnerê Rêveberiya Xweser e û roja ku hatiye revandin ew ji bo pêşwazîkirina şandeya ji Fransayê dihat bi du hevalê xwe re çûne Balafirgeha Hewlêrê. Hesen anî ziman ku piştî wan şandeyê pêşwazî kiriye, 4 maşîneyên zirxî derdora wan girtine û got: “Du wesayîtên me hebûn. Van kesên me dorpêç kirin, berê çekên xwe dan ser me. Me ji wesayîtan daxistin. Min wê kêliyê got herhal xeletiyek heye. Pişt re gotin em ê we bibin. Me texmîn nedikir tiştek wiha bibe. Ez kesek siyasetmedar im û sivîl im, lê ji bo yekîneyek taybet hatibû wezîfedarkirin.”   Hesen da zanîn ku wan yekîneyên taybet ku wan desteser kirine ji wan xwestine şandeyên biyanî ku tên radestî wan bikin û got: “Wê îro 4 mêvanên we din jî werin, divê hûn wan teslîmî me bikin. Wan got ku ew wan nas nakin. Min got ku tu min bikujî jî, ez bi gotina te nakim. Dema ku me red kir, wan em binçav kirin û gotin ku ez ê roja ewil, saetek ewil 4 mehan li cem wan bimînim. Min di destpêkê de bawer nedikir, min digot qey ew ji bo zexta psîkolojîk vî karî dikin.”    ‘HER TIŞTÊ ME FERMÎ BÛ’    Hesen diyar kir ku ew ji bo hevdîtinên dîplomatîk gelek caran çûye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Sedemên vê yekê jê hatin pirsîn. Wê yekîneya taybet sîxuriyê teklîfî min kir. Wan ji min re pêşniyar dikirin ku ez bi wan re bixebitim. Min ev red kir. Piştî wê, wan ji min re gotin ku ez di avahiyek li dijî ewlehiya Kurdistanê de me. Dema ku min pirsî çima, wan got, ‘We vana anî, hûn ê tiştek bikin’. Qala mêvanên me kirin. Me ew mêvan ji balafirgehê hildan û me wan bir otêlê. Her tiştê me fermî bû.”   ‘KÎS XISTIN SERÊ ME’    Hesen diyar kir ku yekîneya taybet pişt re wan radestî hêzên Asayîşê kirine û wiha got: “Tîmeke taybet a ku bi çekên giran hatiye amadekirin û rûyê wan girtî ne, kîsan xistin serê me, destên me ji paş ve girêdan û me xistin paşiya wesayîtê. Mîna ku wan komek ‘terorîst’ girtibe. Niha nikarim qala wan tiştên ku bi me kirine bikim. Wan em birin avahiya ewlehiya giştî. Cihê ku wan em lê danîn cihekî pir xerab bû. Li wir êşkence û kuştina mirovan rehet bû. Em dîplomatên Kurdistanî bûn, ez bi fermî 6 salan li wir bûm. Me tu carî tiştek nekir ku heqê tiştên ku wan li me kirin. Dema ku min ji wan pirsî we çima me li vir danî, wan got, ‘Hûn berxwedan û biryardariya xwe diyar dikin ku hûn ê her gav bi me re nexebitin. Li vir bimînin û bila qerara we zêde bibe'.”    ‘NEGIHIŞTIN ARMANCA XWE’    Hesen diyar kir ku rayedaran di rojên ewil ên girtinê de gefa dersînorkirina wan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar û got: "Wan digot, 'Em ê te bavêjin wê derê', mîna ku Rojava cihekî nebaş be. Wan mîna ku mirov nekarin li Rojava bijîn tevdigerin, lê her kes li cihê ku lê bû dewlemend bû. Bi vî awayî wan ez tehdît kirim. Min ji wan re digot, 'Rojava cih û warê min e'. Ew negihiştin armanca xwe ku min li wir bihêlin. Wan rêz ji îradeya min re negirt. Wan got ku ez bi mêvanên me re li hember selametiya Kurdistanê geriyam, lê mêvan hatin berdan. Di roja 50’yî de, 2 hevalên min hatin berdan. Wan dixwest telefona min vekin lê min destûr neda. Divê wan hem ji bo taybetmendiya min û hem jî j bo dîplomatiya min rêz ji min re girtiban. Wan her gav bi navgîniya mêvanan çîrokek digot, lê piştî roja 50’î wan ev çîrok ji bîr kir.”    ‘DIXWESTIN ME TESLÎM BIGIRIN’    Hesen diyar kir ku rayedaran ji bo girtina wî di roja 50’emîn de dest bi lêgerînê kirine û wiha domand: "Wan digot ku min ji bo HPG, YPG û QSD'ê personel peyda kirine. Tevî ku min diyar kir ku 6 sal e ez dîplomasiyê dikim, lê dîsa jî wan bi dersînorkirina li Rojava gef li min xwarin. Di roja 57’an de, wan ez bi kelepçekirî birim navendek ku ez bişînim, wan hin belgeyên min îmze kirin, lê piştî ku ez 2 demjimêran li bendê mam, wan ez vegerandim cihê ku ez lê girtîbûm. Ew diyar dike ku belgeyên min neqediyane û ez ê 2 rojan şûnda bişînim. Dema ku ew 2 roj şûnda hatin, wan dîsa şîfreya têlefona min pirsî. Wan dixwest min radest bikin. Wan digot qey ez xwe radestî wan bikim, ez ê jiyaneke çêtir, cih li Hewlerê û welatê xwe bibim. Her cara dihatin ba min, bi dersînorkirinê gef li min dixwarin.”    XWÎN VEREŞIYAYE    Hesen anî ziman ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê roj bi roj zêde dibûn û wiha got: “Wan li wir ez birim cem bijîşk, derman dan wan kesên ku serê wan diêşe, min xwîn vereşand, ez ketim erdê, lê wan derman neda min. Wan hewl dan ku rewşa tenduristiya min bikar bînin. Doktoran ew hişyar kirin ku dermanan nedin. Di dawiyê de, gava ku min rojê 3-4 caran xwîn vedireşiyam, wan derman didan min, lê dîsa jî dermanên ku min dixwest nedan min. Piştî 40 rojî ji 15 rojan 3 deqîqe mafê axaftinê dan ku em bi malbata xe re biaxivin.”   XWESTINE WÎ BI PKK’Ê TAWANBAR BIKIN    Hesen destnîşan kir ku heke di binçavan de tiştek ji malbata xwe re ragihanda dê telefonê nedanayê û got: “112 rojan, min ne hakim û ne jî parêzer dît. Wan ez bi sîxurê PKKê tawanbar kirim. Min digot PYD, wan digot PKK, min digot Rêveberiya Xweser, wan digot PKK. Dixwestin peyva PKK ji devê min derxînin. Ez 6 salan li wir mam, ger ew min nas nekin ew pirsgirêka wan e. Wan baş dizanibû ku ez çi dikim û kê dibînim. Ji ber min şîfreya telefona xwe neda wan, min tawanbar dikirin.”    DI CIHEK 6 METREKARE DE 30 KES HEBÛN    Hesen diyar kir ku 30 kes li cihek 6 metrekare dihatin ragirtin û wiha got: “Em hemû li ser hev radizan. Nexweşîna korona heye lê cihê ku em lê diman ew qas qelebalix bû ku dema me xwêdan dida, xwêdana me bi hevûdu re tevlihev dibû. Ji 126 kesan 112 kes bi nexweşiya xurî (kuduz) ketin. Wan dermanên ku ji bo heywanan têne bikaranîn ji me re anîn, yên ku qebûl nedikirin tazî dikirin. Me ew qebûl nekir, wan derman li laşê me kirin. Bi tevahî trajediyek bû. Hin jî şopên wê nexweşiyê li ser min henin. Wan dermanek dan me da ku em êvarê ji xurînê dûr bikevin, piştî ku me derman li xwe dida em dikaribûn rakevin.”    MA / Nazim Daştan