Di encama hewldanên Rêveberiya Xweser de NY ket tevgerê 2021-10-01 11:15:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, diyar kir ku înîsiyatîfgirtina NY’yê ya têkildarî malbatên DAIŞ’iyan, encama hewldana bi salan a Rêveberiya Xweser e.    Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, însiyatîfa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya piştî civîna 76`an a Komeleya Giştî ya NY`yî ya di 29’ê Îlonê de hatibû kirin, erênî nirxand. Armanca ji însiyatîfê ew e dewlet, welatiyên xwe yên tevlî DAIŞ`ê bûne ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî ên li kampa Holê, vegerînin   Sekerterê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres di axaftina xwe ya di Lijneya Giştî ya NY’yê de diyar kiribû ku nabe ev rewş wiha berdewam bike û hişyarî dabû ku heke ev aloziya hiqûqî bi awayekî giştî neyê çareserkirin, dê civaka navneteweyî bi xeteriyên ewlehiyê yên demdirêj re rû bi rû bimîne. Guterres daxuyandibû ku aliyên navneteweyî ji bo bidawîkirina vê aloziyê, bi lez çareseriyan digerin û wiha gotibû: “Însiyatîf piştgiriya diravî û teknîkî dide da ku pêdiviyên hiqûqî û mirovî yên lezgîn ji kesên ji Iraq û Sûriye vedigerin re, bê peydakirin. Her wiha wekî bersivdayîna metirsiyên ewlehiyê û edaletê bi awayekî guncav û li gorî zayendê û parastina zarokan û qurbaniyan e.”   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) tenê li Kampa Holê nêzî 60 hezar kes hene, piraniya wan ji malbat û alîgirên çeteyên DAIŞ`ê ne. Her wiha beşekî taybet ji jinên biyanî yên di nava DAIŞ`ê de heye bi navê “Muhacîrat” tê nasîn û tê de zêdetirî 8 hezar kes hene, piraniya wan zarokên kêmî 14 salî ne. Li girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî nêzî 12 hezar çeteyên DAIŞ`ê tên ragirtin, ew çete jî zêdetirî 54 welatan in.   ÎNÎSÎYATÎF ERENÎ YE   Ebdulkerîm Omer, diyar kir ku însiyatîfa NY`yê erênî ye û wiha got: “Bawer im ku ev însiyatîf encama hewldan û bangawaziyên Rêveberiya Xweser ên bi salan di vê derbarê de ne.” Omer, daxuyand ku pirsgirêka çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan, bi girêk e û bi tenê nikarin çareser bikin û wiha got: “Di 3`yê Hezîranê de bi rêya Zoom bi nûnerên 50 welatên Ewropa, hin saziyên YE`yê û nûnerên Wezareta Karên Derve ya Amerîka û Kanadayê re civînek hat lidarxistin. Me piştrast kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka DAIŞ`ê divê dewletên ku welatiyên wan di nava DAIŞ`ê de bûn, bi taybetî jin û zarokan vegerînin welatên wan.” Omer destnîşan kir, ger dosyaya DAIŞ`ê neyê çareserkirin dê nifşekî radîkal û terorîst û ji DAIŞ`ê xetertir were afirandin. Omer bang li dewletên ku di mijara vegerandina welatiyên xwe de xwe didin alî, kir ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser da ku mercên mirovî û ewlehî ku malbatên DAIŞ`ê li kampan tê de dijîn, werin başkirin.   ‘PIRSGIRÊK PIR MEZIN E’   Omer, da zanîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gelek caran bangawazî li aliyên têkildar kir û wiha domand: “Gelek civîn bi welatên Ewropayê re hatin lidarxistin, lê civaka navneteweyî û welatên ku welatiyên wan di nava DAIŞ`ê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, bi awayê pêwîst neketin tevgerê, tevgerên pir kêm ên hin dewletan hene. Peywendî bi hin welatên Ewropayê re hene da ku welatiyên xwe vegerînin. Lê di rastiyê de, pirsgirêk pir mezin e , ji ber ku hejmareke zêde niha heye.”   LI QEMPA HOLÊ REWŞ NEBAŞ E   Li Kampa Holê zêdetirî 11 hezar kes hene, piraniya wan zarok in, ew ji zêdetirî 54 welatên cuda yên Asya û Ewropayê ne. Omer derbarê vê mijarê de ev agahî parve kirin: “Dosyaya malbatên DAIŞ`iyan pir bi girêk e. Nêzî 50 zarokên sêwî ku nasnameyên wan nayên zanîn hene. Hin jinan zêdetirî 4 zarokan hene, her zarokek ji bavekî ye û her bavek ji welatekî cuda ye.” Omer, bi bîr xist ku wan ji bo çareserkirina pirsgirêka DAIŞ`ê banga lidarxistina konferanseke navneteweyî kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rewş niha li kampa Holê, mîna bombeyên dest ên li ber teqînê ne. Em nizanin dê kengî biteqe. Lê helbet dê bandorên mezin li me û li civata navneteweyî bike.”