Malbata Şenyaşar bangî Meclîsê kir: Bêedelatiyê rakin 2021-10-01 12:07:55 RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê dewam dike, bang li Meclîs kir û got: “Em dixwazin bêedaletî tavilê rabe.   Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 207’emîn de, dewam dike. Ferît Şenyaşar ê di nobetê de axivî û diyar kir ku ew û diya xwe 207 roj in li benda lêpirsîneke bi bandor û darizandineke adîlane ne.    Şenyaşar, da zanîn ku li holê komkujiyek heye û wiha got: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 mirov hatin qetilkirin. 3 sal û 3 meh bi ser komkujiyê re derbas bûn. Ligel vê jî dozgeran hîna doz ne vekirine. Bi vê awayî dibin hevkarê vê komkujî û vî sûcî. Têkoşîna me êdî ji takekesî derketiye. Li welat her kes piştgiriyê dide têkoşîna me. Îro meclîs vebû. Hemû partiyên siyasî vê doza me ya mafdar dişopînin. Divê di meclîsê de, yek ji mijarên sereke yên bibin rojev ev doza me be. Em ê heya dawiyê têbikoşin û ji ber deriyê edliyê neçin.”    BANG LI MECLÎSÊ KIR   Şenyaşar, dest nîşan kir ku ji ber zextên siyasî birayê wî bi awayekî bêhiqûq hat girtin û ev bang li meclîsê kir: “2 daxwazên me hene. A yekê em dixwazin birayê me yê girtî serbest were berdan. A duyan jî, em naxwazin li ser sûcê li nexweşxanê hat kirin, bê girtin. Ji ber vê em bang li parlamenterên di Meclîsê de dikin. Em dixwazin ev neheqiya li ber Edliyeya Rihayê di zûtirîn demê de were rakirin.”