5 kesên ku bav û keça wî kuştibûn beraet kirin 2021-10-01 15:19:15 AMED - Derbarê bersûcên ku di hilbijartinên herêmî de ji ber dengê xwe nedabûn wan Selahattîn Ozkahraman û keça xwe Suriye Ozkahraman kuştibûn de biryara beraetê hat dayîn. Tenê li besûcekî 2 muebbet hatin birîn.    Di Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adara 2019'an de li gundê Xalîlan ê navçeya Çêrmûkê ya Amedê, ji ber ku diyar kiribûn wê dengê xwe bi kar neynin Selahattîn Ozkahraman (64) û keça xwe Suriye Ozkahraman (34) ji aliyê xizmên namzetê keyatiyê yê gund Remzî, Engîn, Emre, Ferît, Hayrettîn, Şehymûs Yalçin ve hatibûn kuştin. Danişîna biryarê ya doza ku derbarê vê bûyerê de hatibû vekirin li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Gazindker Vahît û Ramazan Ozkahramanlar li 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mersînê û bersûcê girtî Remzî Yalçin jî li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi rêya SEGBÎS'ê tevlÎ danişînê bûn. Parêzerên her du aliyan jî li danişînê amade bûn.    LI DIJÎ MUTALAAYÊ DERKET   Di danişînê de dozgerê dozê mutalaaya xwe xwend û rexmî ku di danişîna beriya niha de daxwaz kiribû ku bersûcên din jî bên girtin di vê danişînê de ji bilî Remzî Yalçin daxwaz kir ku hemû bersûc bên beraetkirin. Gazindker Vahît Ozkahramanlar, li dijî vê daxwaza dozger derket û got ku bersûcên berdayî piştî ku hatine berdan êrişî wan kirine û niha lêpirsîna vê derbarê de li Serdozgeriya Komarê ya Çêrmûkê didome û xwest ku bersûc bên cezakirin.    Parêzerên bersûcan mutalaaya ku hat xwendin qebûl kirin û daxwaza beraeta muwekîlên xwe kirin.    LI BERSÛCEKÎ 2 MUEBBET HATIN BIRÎN   Heyeta dadgehê, bi sûcdariya kuştina bi qestî ya Selahattîn û Suriye Ozkahraman 2 muebbet li bersûcê girtî Remzî Yalçin birî,  bi sûcdariya hewldana kuştina Guzel Ozkahraman jî 9 sal ceza birî û biryara berdewama girtina wî da.     BERSÛCÊN DIN BERAET KIRIN    Her wiha heyeta dadgehê bersûc Engîn, Emre, Ferît, Hayrettîn, Şehymûs Yalçin jî beraet kir.