Li Mêrdînê di 7 îhaleyên din de jî nelirêtî: Ne mimkun e ku bêyî qeyûm hatibe kirin 2021-10-02 09:09:06 MÊRDÎN - Li Mêrdînê mifetîşên ku di 7 îhaleyên din ên rêvebiriya qeyûm de nelirêtî tespît kirin, destnîşan kirin ku ne mimkun e ku ev nelirêtî bêyî qeyûm hatibin kirin.  Vekolînên mufetîşên milkiyeyê yên derbarê qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman didomin. Di vekolînên dawî de hat tespîtkirin ku di bin banê Serokatiya Daîreya Gihaniyê de di 7 îhaleyan de nelirêtî hatiye kirin. Piştî tespîtan derbarê qeyûmê berê û waliyê berê Mûstafa Yaman û serokê daîreya gihaniyê yê wê demê polîs Erol Beşe û serokê daîreya xizmetên piştgiriyê yê wê demê Erhan Hakîoglû de destûra destpêkirina lêpirsînê hat dayîn.    ÎHALE DAN FÎRMAYA KU MALIYETÊ AMADE DIKE   Li gor tespîtên mifetîşan, îhaleya ku dikaribû bi derbekê bê kirin, dabeşî 7 perçeyan hatiye kirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ji bo 5 îhaleyan tenê Şîrketa Palyeyê ya Endezyarî û Gihaniyê hatiye vexwandin û 2 jê jî bi şertê dê du şîrketên cuda bên vexwandin, cardin her du jî dane Şîrketa Playeyyê. Di raporê de hat tespîtkirin ku yê ku maliyeta îhaleyan jî diyar kirine heman fîrma ye. Her 7 îhal bi milyon û 357 hezar û 295 TL'yan hatine kirin.    Di raporê de hatiye destnîşankirin ku îhaleyên hatine kirin li dijî qanûna şaredariyê ne. Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku fîrmaya xwe ku îhale wergirtine jî ne fîrmayeke ku şertên îhalewergirtinê di xwe d ebihewînin.    NE PÊKAN E KU BÊYÎ QEYÛM HATIBIN KIRIN   Her wiha di raporê de ji rola qeyûm Mûstafa Yaman jî hatiye diyarkirin ku amîrê herî payebilind ê teşkîlata şaredariyê peywira xwe ya parastina maf û berjewendiyên şaredariyê û kontrolkirina saziyên girêdaî şaredariyê nenaiye cî û gava mirov li hecma kar û maliyetê mêze dike ne mimkun e ku ev bêyî Wekîlê Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin hatibe kirin.    MA / Ahmet Kanbal