Gelê Şengalê li dijî tevgera eskerî ya PDK û Iraqê daket qadan 2021-10-02 12:32:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên eskerî yên PDK û Îraqê xwestin bikevin Şengalê. Gelê Şengalê li dijî tevgera eskerî daket qadan û bertek nîşanî hêzên eskerî dan.    Rêveberiya Xweser a Şengalê, piştî ku daxuyaniya hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) amadekariya bikevin Şengalê dikin da, hêzên eskerî yên PDK û Iraqê di saetên serê sibê de hewl dan bikin Şengalê. Piştî agahî hat Bi bihîstin, li gelek qadan gelê Şengalê daketin qadan rê nadin hêzên Iraq û PDK'ê bikevin Şengalê.    Li gorî nûçeya Rojnewsê derbas kir, hêzên eskerî yên PDK û Iraqê yên derdora Şengalê, di saetên serê sibê de, ketin nava liv û tevgerê. Gelê Şengalê, li ser vê hewldana hêzên PDK'ê daketin qadan û destûrê nadin ku hêzên eskerî bikin Şengalê. Hêzên eskerî yên Iraqê jî li gelek herêmên derdora Şengalê bi cih bûn. Gelê Şengalê yê li ser cadeyên navendî kom bûn, ji bo ku wesayît nekarin derbas bibin barîkat danîn.    Li gorî agahiyan, ji serê sibehê ve di serî de li Rabîa, Zaxo û gelek nuqteyên kontrolên yên di navbera Herêma Kurdistan û Şengalê de hêzeke zêde ya çekdarên PDK’ê kombûne û dixwazin bikevin Şengalê.   Li hember van hewldanên PDK’ê gelê Şengalê ji bo parastina xwe hemû rêyên Şengalê girtin û di van kêliyan de gel li asayîşa Guhbel û Borik kombûne. Girse ku beşeke wê ya girîng ji dayîk û jinan pêktê li ser rê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin.     Li gelek deverên Şengalê, bendewariya rageş dewam dike.