Prz. Yureklî: Bi qanûnên li dijî Ocalan bingeha qanûna înfazê ava kirin 2021-10-02 15:54:15 AMED - Parêzer Cengîz Yureklî, diyar kir ku pêkanînên li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelemperî bûn e û got: “Pergala hiqûqî ya ku Ocalan ji qanûn, maf û azadiyan sûdê wernegire hat avakirin, di rewşa heyî de, bûye bingaha qanûna înfazê.”    Panela “Weke dewleteke ceza, girtîgehên li Tirkiyê” ya ji aliyê MED TUHAD-FED û OHD’ê ve li Amedê hat lidarxistin, bi pêşkêşiya yek ji parêzerên Buroya Hiqûqî ya Asrîn Cengîz Yureklî dewam kir.    Yureklî, bal kişand ser pergala darazê û pergala girtîgehê yên li Tirkiyê û wiha axivî: “Hemû cezayên tên dayîn, nîvî tên zêdekirin. Ev rewş, di girtîgehan de bi nêzîkatiyên dijminane dewam dike. Pêkanînên xirab, dibin navê ‘Qanûna înfazê’ de tên meşrûkirin. Rejîma înfazê ya girankirî, ne ji bo jiyanê, ji bo mirinê ye. Ev ji bo Tirkiyê tiştek taybet e. Di navbera têgehên heta hetayê û heya mirinê de cudahî heye. Yanî hûnê di girtîgehê de nefesa xwe ya dawî bidin. Cezayên dîsîplînê ji bo girtiyên muebata giran tên dayîn. Ev ceza tê wateya ku du caran hatine cezakirin. Cezayên hucrê didin girtiyan. Ev jî, vediguhere cezayê heta hetayê. Her tim cezayên dîsîplînê hene. Ev nêzîkatiyên dijminane ne.”    PÊŞNIYAR NEDERBASDARI   Yureklî, têkildarî serdanên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Awropayê (CPT) ên ji bo Girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din jî ev nirxandin kir: “CPT; dipirse 'pergala cezayê muebetê ya girankirî xelet e, ev pergal nayê qebûl kirin, çima pêşiya hevdîtina bi girtiyên din re tê astengkirin?' Di heman demê de, biryarên pêşniyarê yên Komîteya Wezaretên Konseya Ewropayê hene. Lê ev biryar li Tirkiyeyê ne derbasdarin.”   PERGALA ÎNFAZA TAYBET A JI BO OCALAN   Yurekli, da zanîn ku Ocalan bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyê û wiha rêz kir: “Ji bo Ocalan pergaleke înfazê ya nû hat avakirin. Heya sala 1999’an kesek 20 salan di girtîgehê de nemabû. Di sala 2002’yan de darvekirin rabû, li şûna wê cezayê muebeta giran anîn. Ev ceza heya mirinê ye… Ji bo ku Birêz Ocalan neyê berdan, bi yek dengî qanûna muebeta giran anîn. Ev qanûn li dijî hiqûqa Tirkiye yê. Rejîma Înfazê ternê Birêz Ocalan eleqeder dike. Ev qanûna ku tenê ji bo Birêz Ocalan hat derxistin, her kesî qebûl kir. Di vir de rola CPT û DMME’yê pir heye. Ev her du sazî di vî warî de ne bêsûcin. Ew pêkanînên rewşenbîrî yên van polîtîkayan e. Pergala hiqûqî ya ku Ocalan ji qanûn, maf û azadiyan sûdê wernegire hat avakirin, di rewşa heyî de, bûye bingaha qanûna înfazê. Ger em dixwazin ji vê re çareyekê bibînin, divê siyaset û civak bi vê rastiyê re rû bi rû were. Heya ku hûn vê yekê neynin ziman, ne pêkane ku em biçin çareseriyekê.”