Bavê Şahîn bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Êlihê da 2021-10-02 16:20:10   ÊLIH - Bavê Şahîn Yilmaz Şahîn, bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Êlihê ya "Şahîn bi guleya ku ji erdê pengiziya ji qarçika xwe birîndar bûye" da û diyar kir kurê wî ji zikê xwe birîndar e û ev tişt got: "Kura vêder qalçe ye. Gurçikeke wî hatiye jêkirin. Kezeba wî xesar dîtiye. Ev hemû di raporan de hene."   Di 28'ê îlonê de li taxa Seyîtler a Êlihê, ji ber ku li dijî GBT'ê derketibû polisan gule li ciwanê bi navê Sûat Şahîn (21) reşandibûn û ew birindar kiribûn. Piştre polisan Şahîn bi wesayîtan xwe rekiribûn nexweşxaneyeke taybet û agahî dabûn malbata wî. Şahîn duh tabûrcî bû û malbata wî ew bir malê. Lê piştî saetekê ji ber ku agirê wî bilind bû malbatê wî careke din rakirin Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdeyê ya Elihê. Bijîjkên ku li vir li Şahîn nêrîn wî sewqî nexweşxaneya taybet ku polisan wî biribûnê kirin. Şahîn, niha jî li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.     BERTAK BAVÊ ŞAHÎN   Bav Şahîn, têkildarî daxuyaniya Walîtiya Êlihê û rewşa dawîn a kurê xwe de axivî û agahî dan. Şahîn, bertek nîşanî daxuyaniya walîtiyê ya "Şahîn bi guleya ku ji erdê pengiziya ji qarçika xwe birîndar bûye" da û ev tişt gotin: "Kura vêder qalçe ye. Kesên ku walîtiyê agahdar kirine pêwîst nedîtine ku li nexweşxaneyê bigerin. Gurçikeke wî hatiye jêkirin. Kezeba wî xesar dîtiye. Ev hemû di raporan de hene. Bi daxuyaniyên ku hatine amadekirin dixwazin ser bûyerê bigirin. Herî kêm mirov li bijîjk digere. Vê jî nekirine."    DERBARÊ ŞAHÎN DE LÊPIRSÎN DAN DESTPÊKIRIN   Şahîn, diyar kir ku li şûna darizandina sûcdaran hewl tê dayîn bûyer bê berovajîkirin û wiha axivî: "Li kurê min didin û davêjin pîqabê dibin û di rê de lê didin. Bêyî ku lêpirsîn li kesê ku gule berî kurê min daye vebikin derbarê kurê min de lêpirsîn dan destpêkirin. Weke ku ev ne bes daxuyaniya walîtiyê hat. Heke lêpirsîneke bibandor bihata kirin wê ev rewş derneketine holê. Di derewan de israr dikin."