Ji bo aqûbeta penaberên ku eskeran ew avêtin çem serî li ÎHD'ê dan 2021-10-03 09:07:26   STENBOL - Seroka ÎHD'ê yya Şaxa Stenbolê Guleseren Yolerî, ragihand ku ji bo 2 penaberên tê îdiakirin eskeran ew avêtine Çemê Merîçê serî li komeleya wan hatiye dayîn û ji bo aqûbeta penaberên winda tu hewldaneke saziyên fermî tune ye.    Hê jî aqûbeta 45 penaberên ku piştî Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kirin di 24'ê Tebaxê de bi fermana fermandarekî eskeran ew avêtin Çemê Merîçê, nayê zanîn. Hin penaberên gava hatin avêtin û bi xelasê ketin, serî li Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê dabûn û piştî vê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî bi awayekî resen lêpirsîn dabû destpêkirin. Parêzerên van penaberan, ji bo penaberên aqûbeta wan nayê zanîn jî serî li Walîtiya Edîrneyê dabûn ku yên winda bên dîtin. Dozgeriyê jî îfadeya 2 penaberan girtibû û cihê bûyerê tespît kiribû. Derketibû holê ku cihê ku bûyer lê qewimiyye navçeya Ûzûnkopru ya Edîrneyê ye.    Xizmên 5 kesên ji bûyerê xelas bûn, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê dan. Seroka ÎHD'ê ya Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî, derbarê binpêkirinên mafan ên penabera bi wan re rû bi rû dimînin û polîtîkayên îqtidarê de axivî.   RÊWÎTIYA BER BI HÊVIYÊ   Yolerî, destnîşan kr ku gelek penaberên ku ji bo jiyaneke mirovane didin ser rêya "rêwîtiya ber bi hêviyê" ve, di rê de jiyana xwe ji dest didin û bi gelek binpêkirinên mafan ên cidî re jî rû bi rû dimînin. Yolerî anî ziman ku penaber di şert û mercên zehmet de tên şixulandin û keda wan jî tê xwarin.    BÊHIQÛQÎTIYA LI SÎNOR   Yolerî, anî ziman ku yek ji van zehmetiyan jî qaçaxçiyên mirovan e ku sînor ji xwe re kirine wargeh. Yolerî, diyar kir ku li sînor qaçaxçîtiya mirovan veguheriye sektorekê û got: "Li sînorê Çemê Merîçê her roj bi sedan penaber bi wesayitine cuda tên. Ji wir bi peya heya qada eskerî tên. Bi amûrene berê derbasî wî aliyê çem dibin. Kelekên lê siwar dibin ne tekûz in. Gava derbasî aliyê Yûnanîstanê dibin, kincên li ser wan bi xwe jî tên xespkirin. Ji wir cardin berê wan didin aliyê Tirkiyeyê. Serlêdanên wan ên ji bo hêwirînê bi tu awayî nayên qebûlkirin. Bêyî prosedureke hiqûqî pêk bê, bi awayekî bêhiqûqî wan dişînin Tirkiyeyê."    QAÇAXÇIYÊN MIROVAN    Yolerî, ji bo 45 penaberan ku eskeran ew avêtibûn Çemê Merîçê jî destnîşan kir ku ev bûyer her tiştî berçav dike.   HEZAR Û 500 CENAZE   Yolerî, destnîşan kir ku heya niha gelek penaber di Çemê Merîçê de jiyana xwe ji dest dane û di çend salên vê dawiyê de hezar û 500 cenaze ji çem hatine derxistin. Yolerî, bilêv kir ku j vê hejmarê jî eyan e ku bê rewş çi qasî wehîm e.    LÊPIRSÎN DIDOME   Yolerî, da zanîn ku penaberên ku bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin ji tirsa dê bên dersînorkirin serlêdanan nakin û got: "2 winda hene û xizmên wan gilî kirine. Lêpirsîna li Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê didome. Hat tespîtkirin ku bê ka bûyer li ku çêbûye. Di serlêdana fermî de 2 kes winda ne, lê em wisa difikirin ku hin tişt hene nehatine ragihandin. Ji lew re di nav wan de zarok jî hebûne. Heger nehatibin xelaskirin, wan jî jiyana xwe ji dest daye."    Yolerî, destnîşan kir ku ji bo dîtina windayan hewl didin û got: "Lê em dibînin ku dozgerî, walîtî, qeymeqam, AFAD û gelek saziyên din ên fermî bi awayekî dildar daxilî nav bûyerê nebûne. Em ê şopdarên bûyerê bin."    MA / Esra Solîn Dal