Malbata Şenyaşar: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin 2021-10-03 13:33:25 RIHA - Malbata Şenyaşar, di roja 209’emîn a Nobeta Edaletê de ev peyam parve kir: “Em dest ji daxwaza heq, heqîqet û edaletê bernadin.” Malbata Şenyaşar a 209 roj li edaletê digere, ji ber edliye girtî bû îro nehat navenda Rihayê û li mala xwe ya li Pirsûsê nobeta xwe ya edaletê berdewam kir.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal, bi videoya Xelata Rûmetê ya Xelatên Rojnamegeriyê ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku di 20’ê Îlona 2021’an de diyarî wna hatibû kirin parve kir û wiha got: “Di merasîma Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şêhîdên Çapemeniya Azad de, xelata rûmetê dan dayika Emîne ya 7 meh in li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire. Em ê dev ji daxwaza heq, heqîqet û edaletê bernedin.”