Daxuyaniya Xelîfanê: PDK’ê êriş pêk anî 2021-10-03 13:55:18   NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê aşkere kir ku di encama êrişa hêzên taybet a PDK’ê ya 29’ê Tebaxê li herêma Xelîfan a Herêma Kurdistana Federe de 5 endamên wan jiyana xwe ji dest dane û yek jî bi awayekî birîndar hatiye girtin.    Navênda Ragihandina Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), aşkere kir ku hêzên taybet ên PDK’ê, 7 endamên HPG’ê yên di 29’ê Tebaxê de xwestin ji Qendîlê derbasî herêma Behdînanê bibin, xistine kemînê. Di daxuyaniya HPG’ê ya di Ajansa Nûçeyan a Firatê de derbas dibe de wiha hat gotin: “Şeva 28-29'ê Tebaxê, komeke me ya gerîla ya ji 7 kesan pêk tê, dema ku hewl dan ji herêma Qendîlê derbasî herêma Behdînanê bibin, li ser Çemê Zê saet di 02:30'î de bûn hedefa êrişa hêzên PDK'ê. Koma me ya gerîla dema ku ji Çemê Zê derbas dibû, bêyî ku dengek li wan bê kirin an jî fîşekek ji bo hişyarkirinê bê teqandin, ji çar aliyan ve bi çekên giran gule li wan hatiye reşandin. Zelal bû ku di encama vê êrişê de 5 hevrêyên me şehîd bûne, hevrêyekî me jî dibe ku bi birîndarî dîl hatibe girtin. Hevrêyê me Hakî ku di nav koma ji 7 kesan de bû, ev bûyer bi çavên xwe dît û piştî demekê karîbû bi selametî ji cihê bûyerê biçe. Hevrêyê me Hakî ku bi saxî rizgar bû, xwe gihand hêzên me û ev êrişa ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate kirin ji gelek aliyan ve eşkere kir.   Êrişa hêzên PDK'ê ku me di daxuyaniya xwe ya beriya niha de ragihandibû û gotibû ku em ji edalet û wijdanê gelê Kurd û raya giştî re dihêlin, bi vî rengî qewimî. Rewş bi vî rengî ye û divê gelê me rastiyê bi her awayî zanibe. Ev bûyer, bêyî ku hişyariyek bê kirin, yekser ji bo tunekirina koma me ya gerîla hatiye kirin. Eşkere ye ku bi vê yekê hatiye xwestin ku di navbera Kurdan de şer bê derxistin. Tevî ku tê zanîn, di demeke wiha de şerekî navbera Kurdan wê bi tevahiya gelê Kurd bide windakirin, ev êriş hatiye kirin.”