Dema binçavkirina 11 kesan hat dirêjkirin 2021-10-03 18:47:57 AMED - Dema binçavkirina 11 kesên ku di operasyona li Amedê hat lidarxistin de hatin binçavkirin, 4 rojên din hat dirêjkirin. Polîsan di çarçoveya lêpirsîneke li Amedê hat destpêkirin de, di 1’ê Cotemehê de, li Stenbol, Colemêrg, Bûrsa û Konyayê bi ser malan de girtin û Alî Osman Nadîroglu, Ozan Oral, Hasan Bakir, Alî Yildiz, Mehmet Yildirim, Çekdar Karagoz, Şeyhmus Ayaz, Nîzamettîn Îpek, Mehmet Mehdî Bîçîmlî, Mehmet Arîf Budak û Firat Bîleşîkçî binçav kirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, 4 rojên din binçavkirin 11 kesan dirêj kir.    Hat hînbûn ku derbarê dosyayê de, biryara nepeniyê hatiye dayîn û kesên li Stenbol û Colemêrgê hatin binçavkirin, anîne Amedê.   Parêzerên ku xwestin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, bi hinceta ku pêvajoya îfade girtinê nehatiye destpêkirin, destûr nehat dayîn ku hevdîtinê bikin.