ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2021'AN 2021-10-04 09:00:02 * Ji ber qenala avê ya ku di çarçoveya Projeya GAP’ê de anîn Pirsûsê, 20 hezar donim erdê çandiniyê di bin avê de ma. Nijtecihên herêmê, diyar kirin ku hatina avê ji feydeyê zêdetir, zirar daye wan û banga pêşîlêgirtina vê rewşê kirin. * Karkerên Tekstîla Tay ên ji ber ku li dijî destûra bê mûçe derketin ji kar hatin avêtin, anîn ziman ku heya daxwazên wan neyin qebûlkirin, ew ê dest ji berxwedana xwe bernedin.    * Li Mêrdînê amadekariyên zivistanê dewam dikin. Dema mehsereyê, çinînan tirî û çêkirina dimsê, îsal jî mîna her salê dibe cihê dîmenên rengîn.     * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar, dê di roja 210’emîn de, dewam bike.   * Danişîna doza 16 kesên beşdarî Komkujiya Roboskî bûne wê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê were lidarxistin. (10.00)   * Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ji bo perwerdehiya rûbirû wê li Meydana Guney daxuyanî bidin çapemeniyê. (11.00-14.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê wê têkildarî 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li hotêlek Taksîmê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)   * MED-DER di çarçoveya 5'ê Mijdarê Roja Mamosteyan a Cîhanê wê li avahiya xwe ya li semta Gazîlera Amedê şahiyek li dar bixe. (17.00)   * Meclîsa Ciwanan a HDP'ê wê di çarçoveya kampanya "Em tiryakê bişikînin û jiyana nû ava bikin" li Şanoya Bajêr a Amedê wê lîstika "Dawiya Dawî" li dar bixe. (19.00)