Mehserek rengîn a bi tiriyê ‘Mezrone’ 2021-10-04 09:00:30 MÊRDÎN - Li Mêrdînê amadekariyên zivistanê dewam dikin. Dema mehsereyê, çinînan tirî û çêkirina dimsê, îsal jî mîna her salê dibe cihê dîmenên rengîn.     Li gundên Mêrdînê, dema mehsereyê dewam dike. Gundiyên li van gundan, dest bi çinîna tiriyê “Mezrone” yê ku li cîhanê tiriyê herî xweşe kirin. Tiriyê “Mezrone” ku bi tama xwe ya bêhempa li herêmên Mêrdîn û Êlihê çêdibe, piştî çinînê dibe dims. Li gundên ku di heman demê de, amadekariyên xwarinên zivistanê jî tên kirin, li aliyekê distên dimsê dikelin û li aliyê din jî, hêjîrên ku di havînê de zuwa dibin, ji bo xwarinê tên amadekirin.    Li Mêrdînê, bi taybetî jî li herêma Zinnarê amadekariyên ku berdewam dikin, dibe sedama dîmenên rengîn. Gundî, bi yek destî, hilberînên xwe yên xwezayî yên ku amade kirine, hinekê wê ji bo xwarinê radikin û hin ji wan difiroşin, da ku pê debara xwe bikin.   NIHA DEMA TIRIYE   Ji gundiyan Mûrat Atmiş, diyar kir ku rezê wan ji bav û bapîrên wî jê re ma ne û ew karê ku bav û kalên wan ji bo wan hiştine, didomîn in. Atmiş, dest nîşan kir ku li herêmê tiriyê herî xweş, tiriyê “Mezrome” û wiha axivî: “Ewilî em tirî kom dikin. Dûre em dikin penî, bastiq û dims. Niha dema çinîna tiriye.”    JI BO GELEK NEXWEŞIYAN BAŞ E    Yek ji gundiyên bastiq û beniyan çêdikin Îzzettîn Başçi jî, diyar kir ku li herêma wan 170 cureyên nebatan hene. Başçi, anî ziman ku li herêmê, her sal vî demî, distikên dimsê dikelin û wiha axivî: “Di heman demê de em hêjîran jî hişk dikin. Vî wextî êdî hêjîrên hişk dibin û dest bi xwarina wan tê kirin. Hilberên ku em çêdikin ne tenê ji bo tijîkirina zike. Dims û hêjîr ji bo gelek nexweşiyan başe. Di dema kelandina dimsê de, axa ku dixin navê pir girînge. Ji bo vê yekê pêwîstî bi hostatiyek mezin heye. Li gund em bi her karî re mijûl dibin. Jiyana gund pir xweşe. Ji bo kesên ku israr dikin li gundan bijîn, divê piştgirî bê kirin.    HEMÛ KARÊ XWE BI HEV RE DIKIN   Ayşe Başçi jî, diyar kir ku ew debara xwe bi berhemên ku çêdikin dikin û wiha got: “Li gund, hemû karên xwe bi hev re dikin. Karê li gundan zore. Hinekê jî girane. Lê karekê pir xweşe. Em ji vê yekê keyf xweşin.”    MA / Ahmet Kanbal