Xelkê Şengalê li dijî planan tên kirin li ser piya ne 2021-10-04 10:21:10 ŞENGAL - Êzidî li hember planên PDK’ê yên ji bo "Peymana 9’ê Cotmehê" bixin meriyetê, herikîn meclîsên gel û nuqteyên asayîşa Êzîdxanê. Gel di van kêliyan de li hember hewldana derbaskirina hêzên çekdarî li nuqteyên asayîşê kom bûne û li ser piya ne. PDK bi hevkariya Iraqê hewl dide di bin navê hilbijartinê de "Peymana 9’ê Cotmehê ya Bexda-Hewlêr" ku sala par îmze kiribû, li ser Şengalê ferz bike. Tevî hemû nerazîbûnên gelê Şengalê jî PDK dixwaze hêzên çekdarî derbasê nava Şengalê bike û baregehên xwe li herêmê veke.   REWŞEK AWARTE HEYE    Li gorî agahiyên Rêveberiya Xweser da, PDK hêzeke zêde li nêzê Şengalê kom kiriye û dixwaze careke din hewl bide bikeve Şengalê. Rêveberiya Xweser û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) şevê din bi daxuyaniyên lezgîn bang li gel kirin, da ku careke din planên PDK’ê yên ji holê rakirina Rêveberiya Xweser têk bibin.   Gelê Şengalê mîna hewldana 2’yê cotmehê îro jî li ser banga Rêveberiya Xweser û TAJÊ li meclîsên gel û nuqteyên asayîşê kom bûn û derbasî rewşa awarte bûn ango li dijî van hewldanan li ser piya ne.    Di van kêliyan de li gel kombûna li meclîsên gel, hejmareke diyar ya gel li nuqteya asayîşê ya Komelgeha Guhbel û li ser rêya Tirbika ya navbera Sinûnê û Rabîayê de kom bûne û xwe ji bo parastina Şengalê kirine mertal.