Lêkolîna Qadê: 4 partî bendê derbas dikin, hilbijêrên herî bi biryar ên HDP’ê ne 2021-10-04 11:44:46 AMED - Li gorî encamên Navenda Lêkolînên ya Qada Sosyo Polîtîk a li ser rojeva gel û meyla dengdêran a meha Îlonê rapirsiya ku kiriye; hat destnîşankirin ku 4 partî benda hilbijartinê derbas dikin û hilbijêrên HDP’ê ji sedî 98,8 ên herî bi biryar in.  Navenda Lêkolînên ya Qada Sosyo Polîtîk di navbera 10-22’yê îlonê de têkildarî rojeva gel û  meyla dengdêr ango hilbijêran rapirsiyek seranserî Tirkiyê çêkir û encama vê rapirsiyê bi çapemeniyê re parve kir. Rapirsî li bajarên wek Stenbol, Enqere, Edene, Îzmîr, Bûrsa, Mûgla, Konya, Samsûn, Trabzon, Antalya, Mêrsîn, Erzirom, Mûş, Agirî, Qers, Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Wan û Sêrtê hatiye kirin û bi 2 hezar kesan re pêk hatiye. Ev rapirsî bi rêya online hatiye kirin. Di lêkolîna online de hatiye kirin, rewşa sosyo-aborî ya beşdaran, helwestên wan ên li hember rojeva welat û polîtîkayên ku li ser van rojevan têne meşandin û sedemên dengdanê hatin pirsîn. Ji sedî 51.6’ê beşdarên rapirsiyê zilam in û ji sedî 48.4 jî jin bûn. Balkêş bû ku ji sedî 23,1’ê beşdarên rapirsiyê ku temenê wan di navbera 25-44 salî de bûn û bêkar in.    ABORÎ PIRSA EWIL BÛYE   Di pirsa “Gelo hûn ji siberoja xwe bi guman in?” ji sedî 66,5’ê beşdaran diyar kirin ku ew ji rewşa xwe bi guman in û ji sedî 26,6 jî gotin ew ne bi guman in. Pirsa "Li gorî we pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê çi ye?" ji beşdaran hat kirin. Ji sedî 60,1’ê beşdaran gotin, "Krîza Aborî/Bêkarî", ji sedî 8,5 "Nebûna Demokrasiyê", ji sedî 8,1 "Pergala Serokatiyê", ji sedî 7,6 "Pirsgirêka Kurd", ji sedî 7,4 "Rewşa Niha ya Pergala Hiqûqî.”    YÊN CARA EWIL DENG BIDIN    Di rapirsiyê de beşek girîng a beşdaran ku wê di vê hilbijartina pêş me de deng bidin bûn. Ji sedî 28,8’ê beşdarên 18-24 salî yên ku tê payîn di vê hilbijartinê de cara ewil dengê xwe bidin. Ji sedî 28,8’ê beşdaran gotin, "CHP", ji sedî 17,1 gotin, "Partiya Îyî" û ji sedî 13,5 jî gotin, "HDP."   4 PARTÎ BENDÊ DERBAS DIKIN    Piştî ku bersivên "Ez ê deng nedim û ez bêbiryar im" bi rêjeyî hatin belavkirin, dabeşkirina dengên partiyên siyasî bi vî rengî hate destnîşankirin, heke hilbijartinek vê Yekşemê pêk were dabeşiya dengên partiyên siyasî wiha ye: Ji sedî 32.3 "AKP", ji sedî 30.9 "CHP ", ji sedî 12.1 “Partiya Îyî", ji sedî 11.3 "HDP", ji sedî 7.8 "MHP", ji sedî 1.9 "Yên din", ji sedî 1.8 "Partiya DEVA", ji sedî 1.1 "Partiya Pêşerojê" û ji sedî 0,8 "Partiya Saadetê.”    Di rapirsiyê de tê gotin ku hilbijêrên herî bêbiryar ên AKP’ê ne.    HILBIJÊRÊN HERÎ BI BIRYAR ÊN HDP’Ê NE    Ji sedî 93,6 beşdarên ku diyar kirin ku wan dengê xwe dane CHP'ê dîsa gotine "CHP", ji sedî 1,6 "Ez bêbiryar im", Ji sedî 98,8 beşdarên ku diyar kirin ku wan dengê xwe dane HDP'ê dîsa gotine "HDP", ji sedî 1,3 jî "Bê biryar im”, ji sedî 81.5 beşdarên ku diyar kirin ku wan dengê xwe dane MHP'ê dîsa "MHP", ji sedî 9.9 "Ez ê deng nedim”, ji sedî 3.7 gotine "Partiya Îyî”, ji sedî 92’yê beşdaran ku diyar kirine wan dengê xwe daye “Partiya Îyî”, ji sedî 3.4 "Ez Bêbiryar im", ji sedî 2.3 "Partiya Deva", ji sedî 24,8 beşdarên ku diyar kirin ku wan deng nedaye gotin "ez ê deng nedim", ji sedî 20 jî gotine "Ez bêbiryar im" û ji sedî 19 gotine "CHP.”    CHP WEK ALTERNATÎF DÎTINE    Di rapirsiyê de ji sedî 28,1’ê beşdaran CHP’ê wek “Partiya Alternatîf a Îqtidarê” dîtine. Li gorî encamên rapirsiyê tê destnîşankirin ku beşdaran têkildarî pirsa “Vê yekşemê hilbijartin pêk were hûnê dengê xwe bidin kîjan namzetî?” ji sedî 33,8 gotine “Tayyîp Erdogan”, ji sedî 13,3 gotine “Kemal Kiliçdaroglu”, ji sedî 5,9 beşdaran gotine “Selahattîn Demîrtaş”, ji sedî 5,3 gotine “Ekrem Îmamoglu”, ji sedî 4,8 beşdaran gotine “Meral Akşener” û ji sedî 4,1’ê beşdaran jî gotine “Mansûr Yavaş.” Li gorî rapirsê dengên Tayyîp Erdogan gelek kêm bûne.