Girtiyên cezayên wan qediyane nayên berdan 2021-10-04 14:19:02 DERSIM - Girtî Alî Asker Pamûkçû tevî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan. Kekê wî Alî Ekber Pamûkçû got li hember girtiyan cotstandartî pêk tê.    Li girtîgehan girtî bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin. Bi taybetî bi hêceta pandemiyê girtî bi tecrîdê re tên hiştin. Di çile de “Rêziknameya Derbarê Nirxandina Hikumxwaran, Navendên Dabeşandin û Çavdêriyê” ket meriyetê û Desteya Çavdêrî û Îdareyê “poşmaniyê” li girtiyan ferz dike. Piştî rêzikname ket meriyetê û vir ve girtiyên cezayên wan qediyane û ji ber poşmaniyê qebûl nakin, cezayên wan berê yên dîsîplînê hêcet tê nîşandan û berdanên wan tên paşdaxistin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Dersimê yê berê Soner Oz, Erîn Kutdenûr û Alî Asker Pamûkçû yên li Girtîgeha Depê ya Xarpêt tên ragirtin dihat payîn di 14’ê cotmehê de bihatana berdan. Lê her sê girtî bi hêceta cezayê dîsîplînê girtine ji wan re hatiye gotin ku berdana wan taloqî 6 meh şûn ve hatiye xistin.    Birayê girtî Alî Asker Pamûkçû, Alî Ekber Pamûkçû da zanîn ku wî bi birayê xwe re bi riya telefonê hevdîtin pêk aniye û birayê wî jê re gotiye ji ber cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn berdana wan taloqî 6 mehên din hatiye kirin. Pamûkçû destnîşan kir ku li hemberî girtiyan her cûre sepanên dij mirovane pêk tên û bi van yasayan û biryarên nû li ser girtiyan cotstandartî tê sepandin.