ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2021'AN 2021-10-05 09:00:04   * 7 sal di ser bûyerên Kobanê re derbas bûn ku li bajarên herêmê dest pê kiribûn û zêdetirî 50 kes jiyana xwe ji dest dabûn û bi hezaran kes hatibûn binçavkirin. Piştî bûyeran bi 6 salan gelek HDP'iyên wê demê wekî berpirsiyar hatin nîşandan û wê demê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî destnîşan kiribû ku siyaseta Tirkiyeyê ya derbarê Rojava de siyaseta şer a li hemberî kurdan e.    * Di goristana Bahçelîevlerê ya Şirnexê de heta niha bi dehan cenazeyên HPG'iyên ku di pêvçûnan de jiyana xwe ji dest didin bi awayekî komî tên definkirin. Cenazeyên ku di seatên şevê de ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên revandin bi awayekî komî tên definkirin.    * Girtî Sertaç Kiliçarslan ragihand ku midûrê Girtîgeha Kiriklar a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê Haydar Alî Ak ku mehek berê tayinî girtîgehê hatiye kirin gotiye "Ez Esat Oktayê vira me" û got: "Ew Esat Oktay beî em ê jî bibin Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û Mazlûm Dogan."    * Girtiyê nexweş Atîlla Coşkûn ku ûr di mejiyê wî de heye, înfaza wî temam bûye lê bi hinceta cezayê dîsîplînê nayê berdan.    * Penaber Alî el-Sulo ji ber ku "sixurtî" qebûl nekir hat binçavkirin û paşê ji bo bê dersînorkirin ew şandin Navenda Paşdeşandinê. Sulo, îtiraz kir, lê ji bo wî hat gotin "DAIŞ'î" ye û îtiraza wî hat redkirin. Di belgeyeke di dosyeya Sulo de derket holê ku MÎT bi taybetî bi Sulo re bilî bûye.   * Rojnamevan Ayşe Kara bi îdiaya "endama rêxistinê ye" tê darizandin. Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadger kir û dixwaze Kara heta 15 salan were cezakirin.   * MED-DER’ê di çarçoveya projeyekê de 7 pirtûkên folklorîk ên ji gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê berhev kiriye çap kir. Koordînatorê projeyê Mehmet Esen diyar kir ku bi heft pirtûkan qala çand û dîroka kurdan dikin û got: “Armanca me ew bû ku em bibin dilopek av û behra xwe tejî av bikin. Ku ew av sûdê bide derdor û civaka xwe.”    * Endamê Plaftorma ji Biçekkirina Ferdî re Na Tevfîk Fîkret Sozer, diyar kir ku bi rêziknameya nû, civakê ji bo biçekkirinê guncaw dikin û got: “Bi vê yekê civakek xeternak tê avakirin.”    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 111'emîn de berdewam bike.    * Platforma Zimanê Kurdî wê li Mêrdînê şaxa xwe vebike. (14.00)   * Karkerên ji Tekstîla Ugur a li Rihayê ku ji ber sendîkayîbûn ji kar hatin derxistin, ji bo vê yekê protesto bikin wê li Meydana Topçu daxuyanî bidin çapemeniyê. (11.30)   * Odeya Bijîşkan a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa tevdîrên pandemiyê yên li girtîgehan û edliyeyan wê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Danişîna 7'emîn a doza 6 ferdên ku ji aliyê birayên Parlamenterê AKP'ê yê berê Zulfîkar Îzol ve li navçeya Siwêregê hatin kuştin, wê li Dadgeha bajarê Aksarayê were lidarxistin. (15.00)