Ji rojnamevan Kara re 15 sal cezayê hefsê tê xwestin 2021-10-05 09:01:26 AMED - Rojnamevan Ayşe Kara bi îdiaya "endama rêxistinê ye" tê darizandin. Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadger kir û dixwaze Kara heta 15 salan were cezakirin.  Rojnamevan Ayşe Kara di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de tê darizandin. Bi îdiaya ku Kara “endama rêxistinê ye” doz lê hatiye vekirin û li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê darizandin. Dozgerê Komarê ku li dosyeya Kara dinêre, mutalaya xwe amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. Dozger dixwaze Kara heta 15 salan were cezakirin. Dozger îdia dike ku Kara di nava xebatên KCD’ê de cih girtiye û di çarçoveya xebatên “rêxistinê” de kar kiriye. Dozger îdia dike ku Kara “sûcê rêxistinî” kiriye. Dozger endamtiya Ayşe Kara ya Cemiyeta Rojnevanan a Azad (OGC) jî wek sûc dîtiye.    HETA 15 SALAN CEZAYÊ HEFSÊ    Dozger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” xwest Kara ji 7 sal û nîvan heta 15 salan bi cezayê hefsê were cezakirin. Danişîna doza derbarê Kara de hatiye vekirin wê di 9’ê mijdarê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin.