Di çalakiyên Kobanê de kê çikir? 2021-10-05 09:09:37   AMED - 7 sal di ser bûyerên Kobanê re derbas bûn ku li bajarên herêmê dest pê kiribûn û zêdetirî 50 kes jiyana xwe ji dest dabûn û bi hezaran kes hatibûn binçavkirin. Piştî bûyeran bi 6 salan gelek HDP'iyên wê demê wekî berpirsiyar hatin nîşandan û wê demê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî destnîşan kiribû ku siyaseta Tirkiyeyê ya derbarê Rojavayê de siyaseta şer a li hemberî kurdan e.    7 sal di ser bûyerên Kobanê re derbas bûn. DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de êriş bir ser Kantona Kobanê. Êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê di meha Cotmehê de dijwar bûn. Ji ber ku Tirkiyeyê bi awayekî eşkere piştgiriya DAIŞ'ê dikir, di serî de li Amedê li gelek bajarên herêmê ev yek hat şermezarkirin. Di bûyerên Kobanê de ku di 6'ê Cotmehê de dest pê kirin û heya 8'ê Cotmehê dewam kirin, 54 kesî jiyana xwe ji dest dan.    DAXWAZA ÇALAKGERAN, HELWESTA HIKÛMETÊ   Ji ber êrişên li ser Kobaniyê di serî de li bajarên herêmê li gelek bajaran welatiyan ji bo piştgiriya Kobanê bikin, bi awayekî girseyî kon vedan, daxuyanî dan û meş li dar xistin. Welatiyan di van çalakiyan de guhnedêriya dewletê şermezar kirin û bang li dewletê kirin ku dev ji vê helwesta xwe berde. Di çalakiyan de hat xwestin ku ji bo alîkariya eskerî ya herêmên bakur ên Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe bigihê Kobanê, divê di ser Tirkiyeyê re korîdorek bê vekirin û Tirkiye dev ji piştgiriya ji bo DAIŞ'ê berde û li hemberî Kobanê operasyonan neke. Lê dewletê bi esker û polîsan bersiva daxwazên welatiyan da û dest danî ser konên wan û bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk êriş bir ser wan.    Wê demê bi rêya HDP'ê di navbera hikûmetê û hêzên kurd de hevdîtinên "pêvajoya çareseriyê" dihatin kirin. Heyeta HDP'ê ku ji Serokwekîlên HDP'ê Îdrîs Balûken û Pervîn Bûldan û Parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk dihat, li Îmraliyê hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kirin. Piştî vê hevdîtinê heyet di 18'ê Îlonê de hevdîtin bi rayedarên KCK'ê re jî kir. KCK'iyan di hevdîtinê de gotin "Hewldaneke bi vî rengî dê bibe sedema xetereyên cidî û ji bi pêvajoya çareseriyê jî di bibe cihê gefeke mezin" û bang li Tirkiyeyê kirin ku dev ji vê helwesta xwe berde.    BAZARIYA JI BO DÎLGIRTIYAN   Di 20'ê Îlonê de DAIŞ'ê 49 xebatkarên balyozxaneya Tirkiyeyê ku li Mûsilê dîl girtibûn di 11'ê Hezîranê de li Girê Spî radest kirin. Bi vê bûyerê re, gotegotên wekî Tirkiye û DAIŞ'ê li ser Kobaniyê li hev kirine belav bûn.        OCALAN: SIYASETA TIRKIYEYÊ YA TÊKILDARÎ ROJAVA SIYASETA ŞER E LI HEMBERÎ KURDAN   Di demeke ku her diçû êrişên li hemberî Kobaniyê zêde dibûn de, Rêberê PKK'ê Ocalan di 23'yê Îlonê de hevdîtin bi wasiyê xwe Mazlûm Dînç re kir. Ocalan bi rêya Dînç, daxuyaniyek da û bang li kurdên her çar perçeyan kir ku ji bo Kobaniyê seferber bibin. Ocalan got: "Siyaseta Tirkiyeyê ya têkildarî Rojavayê, siyaseta şer e li hemberî kurdan. Jixwe Davûtoglû du sê sal berê daxuyandibû, gotibû dê Rojavayê û xweseriya wê qebûl nekin. Neqebûlkirin çi ye, yanî ez ê li hemberî we şer bikim. Dê nehêlin li wir rêveberiyek çêbibe û ji bo rûxandinê çi ji desta bê dê bike."    BANGA OCALAN    Ocalan ji bo helwesta hikûmetê ya li hemberî Rojavayê jî got: "rewşa li Rojavayê binpêkirina agirbestê ye." Her wiha Ocalan ji bo xebatkarên balyozxaneya li Mûsilê ku DAIŞ'ê ew girtibûn jî got: "Eşkere dibêjin ew û DAIŞ'ê muzakere dikin, lê bi me re xwe nadin ber muzakereyê." Ocalan, di daxuyaniya xwe de hişyar kir ku dê êrişên li hemberî Rojavayê zêde bibin û wiha bang li gelê kurd kir: "Divê gelê Kurdistanê bi awayekî topyekûn li hemberî van êrişan li ber xwe bide."    HDP'Ê JI BO KOBANÊ GIŞTÎNAMEYEK AMADE KIR   Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê jî têkildarî qewimînên li Kobanê di 21'ê Îlonê de li Stenbolê li hev kom bû. Desteyê di 24'ê Îlonê de diyar kir ku ji bo Kobanê navenda krîzê çêkirine û giştînameyek weşand. Desteyê di giştînameyê de bal kişand ser wehşeta ku gelê Kobanê pê re rû bi rû ye û diyar kir ku civîna xwe ji bo piştgiriya gelê Kobanê kirine. Her wiha di giştînameyê de biryarên di civînê de hatin girtin û plansaziya hat kirin cih girtin. Desteyê ji bo plansazî li tevahiya bajar û navçeyan pêk bê bang kir.    JI CHP'Ê ALÎKARÎ   Wê demê gelek parlementerên Partiya Gel a Komarê (CHP) jî bi tiran alîkarî ji welatiyên ku li Pirsûsê li sînorê Kobaniyê li ber xwe didan, birin. Her wiha heyetek ku ji Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Velî Agbaba, Parlementerê Dersimê Huseyîn Aygun, Parlementerê Stenbolê Mahmût Tanal û Şaredarê Ataşehîr a Stenbolê Abdûllah Der pêk dihat, di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re çûn Kobanê. Heyet bi Serokwezîrê Hikûmeta Kantonê Enver Muslîm, Wezîrê Karên Derve yê Hikûmetê Îbrahîm Kurdo û Hevseroka PYD'ê Asya Abdûllah re hevdîtin kir.    PÊVAJO DIJWAR BÛ!   Heyeta HDP'ê têkildarî hevdîtinên "pêvajoya çareseriyê" ya bi rayedarên hikûmetê re kirin, di 25'ê Îlonê de daxuyaniyeke nivîskî dan. Heyetê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ji bo pêşeroja pêvajoya çareseriyê divê geşedanên li Rojavayê asayî bibin.    JI HEVSEROKÊ PYD'Ê MUSLÎM BANGAWAZIYEKE LEZGÎN   Ev helwesta hikûmetê ku bi esker û polîsan bi awayekî tund mudaxileyî gel kir, demeke dirêj dewam kir. Hevserokê PYD'ê Salîh Muslîm jî di 26'ê Îlonê de bi vî awayî bang kir: "Wer xuya ye biryara bidestxistina Kobanê girtine. Niha çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriya dewleta tirk ji sê milan ve, çekên giran ên wekî tanq û topan êrişî Kobanê dike. Di serî de NATO, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê em ji raya cîhanê dixwazin ku demildest li Kobanê pêşî li ber komkujiyeke gengaz bigirin û ji bo vê tevbigerin." Piştî vê bangawaziyê li gelek bajarên Tirkiyeyê bi deh hezaran kurd tevgeriyan û berê xwe dan sînorê Kobanê yê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Li navçeyê bi rojan ji bo piştgiriyê xwepêşandan hatin kirin. Dewletê li vir jî bi awayekî tund mudaxileyî welatiyan kir. Di dema xwepêşandanan de bi hezaran kurd sînor derbas kirin û li Kobanêya ku dihat topbarankirin alîkariya gel kir."    ZIMANÊ DEWLETÊ GUHERÎ   HDP, ji bo sekte li pêvajoya çareseriyê nekeve û girêka Kobanê bê çareserkirin, hevdîtinên xwe yên bi Ocalan-KCK'ê re domandin. Di vê navê de qewmînên li Kobaniyê zimanê aliyan jî diguherand. Di dawiya meha Îlonê de rayedarên hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Erdogan, cardin dest bi zimanê xwe yê berê kirin. Ev yek, cardin pêvajoya şer anî bîra mirovan.    BERÊ TANQAN DAN KOBANÊ   Di qada siyasî de ev bûyer diqewimîn, lê li aliyê din li xeta sînor Kobanê-Pirsûsê jî liv û tevgera eskerî zêde dibû. TSK'ê, 40 tanq danîn ser sînorê Kobanê. Tanq li ser girê li hemberî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hatin bikeyskirin û berê wan jî li KObanê. Ev yek wekî amadekariyên êrişê hatin şîrovekirin.    Bi guherîna zimanê rayedarên hikûmetê û li sînorê Kobanê bi cihkirina tanqan û li meclîsê amadekarina tezkereyê, ji aliyê gelek kesan ve wekî "hikûmet cardin vegeriya kodên xwe yên berê" hat şîrovekirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di 1'ê Cotmehê de hevdîtin bi serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû re kir. Demîrtaş di hevdîtina xwe de got, "Heger Tirkiye ji bo komkujiya li Kobanê xwe li bêdengiyê deyne, dê ev yek zirareke mezin bide pêvajoya çareseriyê. Ji bo hikûmet têgihana 'Hikûmet piştgiriya DAIŞ'ê dike" bişikîne divê hin gavên pratîk bavêje." A din a rojê, yanî di 2'yê Cotmehê de heyeta HDP'ê vê carê hevdîtin bi Ocalan re kir. Ocalan, di hevdîtinê de hişyar kir ku heger komkujiya gengaz a li Rojavayê bigihê armanca xwe, dê bi vê re hîmê derbeyeke nû û dûr û dirêj bê avêtin."   BANGA MPKE'YÊ JI BO KOBANÊ   Her wiha Komîteya Pirsgirêkên Siyasî û Demokrasiyê ya di bin banê Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) jî têkildarî xetereya ji ber DAIŞ'ê rû daye raporeke 12 rûpelî weşand. Di raporê de êrişên DAIŞ'ê yên li hemberî êzidiyan û Kobanê hatin destnîşan kirin û bang li raya cîhanê hat kirin ku ji bo pêşîlêgirtina vê wehşetê tevbigere. Nîşeya herî girîng a di rapora komîteê de jî, rihetiya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê bû.    ‘HEGER KOBANÊ JI DEST BIÇE DÊ KURD SERÎ RAKIN'   Li Desteya Giştî ya Meclîsê jî nîqaşên tezkereya Serokwezîrtiyê yên têkildarî berterefkirina êrişên rêxistinên terorî yên li Iraq û Sûriyeyê yên li hemberî Tirkiyeyê dihatin nîqaşkirin. Di demeke ku cîhan hemû li hemberî êrişên DAIŞ'ê helwesta xwe nîşan dida de, li meclîsê nîqaşkirina tezkereyê bû cihê bertekên mezin. Li meclîsê Ertûgrûl Kurkçu li ser navê HDP'ê axivî û diyar kir ku tekere dijî hiqûqê ye û hikûmetê bi vî awayî hişyar kir: "Heger Kobanê ji dest biçe dê kurd serî rakin."    ERDOGAN: DAIŞ JI BO ME ÇI BE PKK JÎ HEMAN TIŞT E   Serokwezîr Ahmet Davûtoglû û rayedarên hikûmetê daxuyaniyên wekî "em bi biryardarî pêvajoya çareseriyê didomînin" dubare dikirin, lê li aliyê din Serokkomar Tayyîp Erdogan jî di 4'ê Cotmehê de iştî nimêja cejnê got "DAIŞ ji bo me çi be, PKK jî heman tişt e" û piştî wê got "Ji bo me pêvajoya çareseriyê xera nebûye, tiştekî wisa tune ye." Ev gotin protestoyên li kuçeyan hîn bêtir bi liv û tevger kirin.    BANGAWAZÎ JI BO BERXWEDANÊ   Di wan rojên ku Serokkomar Erdogan derbarê "pêvajoya çareseriyê" de axivî, êrişên li hemberî Kobanê jî dijwar bûn. Bi dijwarbûna êrişan re Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, di 5'ê Cotmehê de destnîşan kir ku êrişên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê dijwar bûne û got: "Kî dê tiştekî bike bila niha bike. Bila gelê me li her derî serî rake."    Mehmet Ocalan jî ragihand ku di hevdîtinê de birayê wî Rêberê PKK'ê Ocalan gotiye "Li herêmên ku kurd lê dijîn, li ku derê DAIŞ'ek jî hebe, dê kurd heya dawiyê li ber xwe bidin." Bangawaziyên Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li seranserê cîhanê protesto zêde kirin û hêzên koalîsyona navneteweî jî ji hewayê ve li hemberî DAIŞ'ê dest bi bombeberakirinê kir. Di dema êriş zêde bûn de jî dewletê li ber Kobaniên birîndar deriyê sînor girt.    CIVÎNA HDP'Ê   Desteya Rêbeber a Navendî ya HDP'ê jî di 6'ê Cotmehê de bi pêşengiya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê de li NAvenda Giştî ya Egîtîm Sen'ê li hev kom bû. Desteyç li ser medyaya sanal ev tişta parvekirin: "Ji Desteya Rêveber a HDP'ê ku niha di civînê de ye, bangawaziyeke lezgîn ji bo gelê me. Li Kobanê rewşa dawî pir xetere ye. Ji bo protestokirina êrişên DAIŞ'ê û ambargoya îqtidara AKP'ê ya li ser Kobanê, em bang li gelê xwe dikin ku dakevin kuçeyan û yên daketina kuçeyan jî alîkariya wan bê kirin."   GOTINA ERDOGAN 'KOBANÊ KET', BÛ CIHÊ RAGEŞIYÊ   Piştî ku hêzên koalîsyonê ji hewayê ve dest bi bombebarankirina DAIŞ'ê kirin, Erdogan jî di 7'ê Cotmehê de li Dîlokê got, "Ev pirsgirêk bi bombebarankirinê nayên çareserkirin. Heya tevkariya hêzên li erdê têdikoşin neyê kirin, encam nayê girtin. Ah a meh derbas bûn û tu encam tune ye. Niha Kobanê jî ket." Ev daxuyanî bû sedema zêdebûna rageşiyê û protestoyan. Piştî vê daxuyaniya Erdogan, xwepêşandanên girseyî yên gel ên di 6'ê Cotmehê de dest pê kirin, zêdetir bûn. Di dema protestoyan de li bajarên herêmê gel dikanên xwe girtin û daxilî nav çalakiyan bûn.   Ji xeynî bajarên herêmê Îzmîr, Stenbol, Enqere, Dîlok, Edene jî di nav de li 35 bajaran her çû çalakiyên protestoyê zêde bûn. Paşê ji bajarên herêmê xeberên mirinê hatin. Li 7 bajarên herêmê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Tansiyona li kuçeyan di 8'ê Cotmehê de bi daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sist bû.    SEROKWEZÎR GEF LI ÇALAKGERAN XWAR   Di dema bûyeran de Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû kesên tevli protestoyên Kobaniyê bûn sûcdar kirin. Serokwezîr Davûtoglû, di 8'ê Cotmehê de, piştî "Civîna Bilind Ewlehiyê" daxuyanî da û gef li çalakgeran xwar û got: "Pergala cemaweriyê çi dibe bila bibe dê pêk bê. Hemû yekîne û walî talîmat girtine."    DEMÎRTAŞ: ERDOGAN BÛ SEDEMA BÛYERAN   Heyeta ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, rayedarên KCD û DBP'ê di nav de, di 9'ê Cotmehê de li Amedê daxuyaniyek da. Heyetê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku berpirsiyarê bûyerên Kobanê hikûmet e. Di vê daxuyaniyê de Demîrtaş gotinên Serokkomar Erdogan ku gotibû "Kobanê ha ket ha ket" bibîr xistin ku bûyerên Kobanê ji ber vê gur bûne û kesên çekdar êrişî çalakgeran kirine.    54 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA   Piştî ku bûyer tepisîn, Midûriyeta Giştî ya Polîsan, têkildarî 2 hezar û 389 bûyerên li 36 bajaran çêbûn û 48 sivîl û 2 jê polîs jiyana xwe ji dest dan û 438 sivîl û 331 polîs birîndar bûn, 4 hezar û 291 kes binçav kirin û ji van kesan 105 kes hatin girtin. Her wiha di rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ku derbarê qewimînên di navbera 2-12'ê Cotmeha 2014'an de amade kir, hat diyarkirin ku 46 kesan jiyana xwe ji dest daye. Lê belê di lêkolînên paşê hatin kirin de hat diyarkirin ku 54 kesan jiyana xwe ji dest daye.    KIRYAR NEHATIN DÎTIN   Ji ber ku têkildarî xwepêşandanan lêpirsîneke çalak nehat kirin, heya niha kiryarên kesên jiyana xwe ji dest dane nehatin dîtin. Lê tenê derbarê Yasîn Boru ku Serokkomar Erdogan tim navê wî bilêv dike û 3 kesên din de ku li navçeya Rezanê ya Amedê jiyana xwe ji dest dan, doz hat vekirin.    PIŞTÎ 6 SALAN BERÊ XWE DAN HDP'Ê   Ji ber bûyerên Kobanê ku derbarê wan de lêpirsîn nehatin kirin, piştî 6 salan siyasetmedarên HDP'î yên wê demê hedef hatin girtin. Di 25'ê Îlona 2020'î de hevserokên giştî yên HDP'ê, endamên Desteya Rêveber a Navendî û rêveberên HDP'ê jî di nav de derbarê 108 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin. Piraniya kesên hatin binçavkirin hatin girtin û derbarê 108 siyasetmedaran de jî li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê doz hat vekirin. Di lêpirsînê de 108 kes bi 29 sûcên cuda tên sûcdarkirin û tê xwestin li her yekî 38 caran cezayê muebeda giran û 19 hezar û 680 sal ceza bê birîn.    Sibê: Helwesta HDP'ê   MA / Ergîn Çaglar