MÎT bela xwe ji Suloyê penaber venake 2021-10-05 09:11:14 MÊRDÎN - Penaber Alî el-Sulo ji ber ku "sixurtî" qebûl nekir hat binçavkirin û paşê ji bo bê dersînorkirin ew şandin Navenda Paşdeşandinê. Sulo, îtiraz kir, lê ji bo wî hat gotin "DAIŞ'î" ye û îtiraza wî hat redkirin. Di belgeyeke  dosyeya Sulo de derket holê ku MÎT bi taybetî bi Sulo re bilî bûye. Derket holê ku Teşkîlata Îstixbaratê yya Neteweyî (MÎT) bi penaber Alî el-Sulo re bilî dibe. Sulo, di sala 2013'an de tevî malbata xwe ji bajarê Şamê yê Sûriyeyê hatiye Mêrdînê û di meha Adarê de hatiye binçavkirin û bi dû re ew şandine Navenda Paşdeşandinê ya Wanê.   Sulo, nêzî 7 meh in li Navenda Paşdeşandinê di binçavan de ye. Di Çileya 2021'ê de Îdareya Koçberiyê ya Mêrdînê gazî wî kir. Li vir Midûrê Îdareya Koçberiyê ya Mêrdînê Sefa Kenar û hin kesên xwe wekî îstixbaratê dane nasandin "sîxurtî" lê ferz kirin. Sulo jî giliyê wan kir. Piştî gilîkirina Sulo lêpirsîn hat destpêkirin. Lê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê biryara neşopandinê da. Piştî vê biryarê vê carê Sulo ji ber parvekirinên xwe yên berê yên li ser medyaya sanal bi îdiaya "propagandaya YPG'ê" hat binçavkirin. Sulo ku dadgehê ew serbest berda, bi biryara Wezareta Karên Navxweyî derbarê wî de biryara ku 6 mehan di "çavdêriya îdarî" de bê ragirtin hat dayîn.    Piştî 6 mehên çavdêriya îdarî temam bû, lê Sulo nehat berdan. Dema çavdêriya îdarî ya Sulo bi angaşta "ji bo civakê xetere ye" 6 mehên din jî hat taloqkirin. Parêzerên Sulo îtiraz kirin, lê belê Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 2'yan a Wanê, angaşt kir ku Sulo "endamê DAIŞ'ê" ye. Dadgehê di hinceta xwe de navekî tu eleqeya wî bi Sulo re tune ye da û got, "Yê ku îtiraz kiriye di sala 2015'an de tevli rêxistina terorê ya DAIŞ'ê bûye û nasnavê wî Ebû Yûsûf e û lewma derbarê kesê gumanbar de lêpirsîn hatiye kirin û hatiye fêmkirin ku gumanbar ji bo civakê xetere ye."    Parêzeran jî bi hinceta ku dibe ku dadgeh dosye tevli hev kiribin careke din îtiraz kirin, lê cardin bi heman tiştî re rû bi rû man û meha borî cardin îtiraz kirin. Parêzeran di daxwaznameya xwe de diyar kirin ku kesê behsa wî tê kirin tu eleqeya wî bi Sulo re tune ye, lê dadgehê îtiraza sisêyan jî bi heman hincetê red kir.    MÎTÊ AMADE KIRIYE   Piştî biryarê ewraqeke nû daxilî nav dosyeyê hat kirin. Ev ewraq jî piştrast dike ku kesên xwe wekî "îstixbaratê" dane nasandin sîxurtî li Sulo ferz kirine. Di ewraqa ku Muşavirtiya Hiqûqê ya Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Navxweyî şandiye de, hatiye diyarkirin ku agahiya derbarê Sulo de ji aliyê MÎT'ê ve hatiye şandin.    Di nivîsê de hatiye derpêşkirin ku Sulo di nav lîsteya bi koda G-87 (kesên ji bo ewlehiya giştî xetere ne) de ye ku hatine wî ya Tirkiyeyê qedexe ye.    MA / Ahmet Kanbal