DFG’ê raporê meha îlonê aşkere kir: 50 rojnamevan hatin darizandin 2021-10-05 13:36:20 AMED - DFG’ê di rapora xwe ya meha îlonê de ragihand ku binpêkirinên mafê rojnamevanan zêde bûne û derbarê 6 rojnamevanan lêpirsîn hatiye destpêkirin, li 7 rojnamevanan doz hat vekirin, li 6 rojnamevanan 27 sal û 3 meh cezayê hefsê hat birîn û darizandina 50 rojnamevanan berdewam kir.     Komeleya Rojnamegerên a Dîcle û Firatê (DGF) rapora meha Îlonê ya binpêkirina mafan aşkere kir. DFG’ê diyar kir ku hêj 63 rojnameger girtî ne û di îlonê de 50 rojnameger hatine darizandin. DFG’ê di raporê de anî ziman ku dema rojnameger rastiyan radigihînin civakê bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Her meh em xeyal dikin ku zextên li ser rojnamegeran kêm bibin. Lê mixabin her meh binpêkirina mafên rojnamegeran bêtir zêde dibe. Li Tirkiyeyê hem zext li ser rojnamegeran hene û hem jî dixwazin bi zagonan sansure zêde bikin. Ev hewldana daxwaza sansurê mê dixe nava fikaran. Bi guhertina zagonên berê êdî çapemenî û rojnameger nikarin gotinê bibêjin û binivîsin. Ev guhertinên zagonî yên nû dê bêtir mafê azadiya rojnamegeran bi sînor bike. Tenê di îlonê de 50 rojnameger ji ber nûçeyên çêkirin hatin darizandin. Li 6 rojnamegeran 27 sal û 3 meh ceza birîn. Dîsa malperên ajansan hatin astengkirin. Di nava 9 malperên înternetê de ajansa JinNews ku tenê nûçeyên jinan dişopîne, 5 caran hat astengkirin. “   Rapora DFG’ê ya meha îlonê wiha ye:   “*5 rojnameger hatin binçavkirin.   *Rojnamegerek hat girtin.   *3 rojnameger bi êrîşan re rûbirû man.   *Di 15 çalakî û bûyeran de rojnamegerên nûçe dişopandin hatin astengkirin.   *Derbarê 6 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin.   *Derbarê 7 rojnamegeran de doz hat vekirin.   * 6 rojnameger hatin cezakirin. Li 6 rojnamegeran 27 sal û 3 meh ceza hat birîn   * 50 rojnameger ji 33 dosyayan hatin darizandin.   * 2 rojnamegerên girtî mafên wan hatin binpêkirin.   *Li 3 rojnameyan 100 roj cezayê îlan û reklamê hat birîn.   * RTUK’ê li 6 kanalan 7 ceza birî.   *9 malperên înternetê ji ber 28 nûçeyan hatin astengkirin.   * 7 rojnameger ji kar hatin avêtin.   * Heta 05’ê cotmehê hêj 63 rojnameger girtî ne.”