Sancar: Heke we pirsgirêka kurd çareser kiribe, çima panzêr zarokên kurd dikujin? 2021-10-05 14:42:21 ENQERE - Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku HDP bi bawerî û hêza gel rêya xwe didomîne û got: "Belgeya helwesta me ya ji danezana Tirkiyeyê ye, ew nexşeya rêya demokrasiya xurt e." Sancar bersiva gotina "me pirsgirêka kurd çareser kiriye" ya Erdogan jî da û got: "Heke we pirsgirêkê çareser kiribe, çima her roj li bajarên kurdan panzêr zarokan diperçiqînin?" Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, li Meclîsê civîna heftane ya koma partiya xweli dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.    Sancar bi spasiya endamên Federasyona Şoreşgerên 78’an ku beşdarî civîna wan bûne kir dest bi axaftina xwe kir û got ku beşdaran hêz û rûmet daye wan.    'HDP RAMAN E’      Sancar diyar kir ku serdemek têr û tije xebat ku di demsala havînê de bi kampanya û têkoşînê bi rê ve birine li paş xwe hiştine û got: "Me fersend dît ku em ji bo destpêkek nû ya tijî hêvî ji bo mafên xwe û ji bo tevahiya welêt riya xwe bi hêz bidomînin. Erê, em hêvîdar, biryardar, wêrek, dilsoz, domdar in. Yên ku nizanin HDP ramanek, tevgerek, hêza guheztinê ye, bi vekirina doza girtinê, bi zêdekirina polîtîkayên zext û zorê, difikirin ku ew ê me bi dozên komployê bitirsînin. Hewl didin me ji rêya me dûr bixin, lê ev plan bêfeyde ne. Me di xebatên xwe yên li qadan û kampanyayên xwe de da dît ku tu hêz nikare rêya me bigire. Me viya nîşanî cîhanê da. Me nîşanî wan da ku hesab li ku dizivirin.”    Sancar di dewama axaftina xwe de wiha got:    "Çimkî HDP ji nava gel hatiye afirandin, ji nava gel tê. Ew bi gel re ye. Hesabên ku li hember wê hatine kirin dê tenê ger gel razî bibe biyrara vê bide. Lê me destnîşan kir ku gel prîmek herî piçûk jî nade van hesaban. Ev hesab hemû ji raya giştî wê bizivirin. Kes nikare hesab ji gelê me bipirse. HDP bi hêz, bawer û berpirsiyar ku ji gel girtiye rêya xwe berdewam dike.”    HDP XWEDÎ HER CÛRE HÊZÊ YE    Hêza damezrîner a HDP'ê heye ku hemû hevkêşeyan biguherîne. Em amade ne ku her tiştê ku hewce dike û ya dikeve ser milê me em bikin. Ji ber ku em amade ne tiştê ku divê em bikin dikin. Di havînê de em saniyek jî nesekinîn û ez dixwazim spasiya hemî hevalên me ku ked dan bikim. Me got, 'Em HDP ne, em li her derê ne'. Li 71 navendên ku ji Egeyê heta Deryaya Spî, ji Çûkûrovayê heta Deryaya Reş û dirêjî bajarên herêmê dibe, bi beşên civakê yên li Tirkiyeyê ku guhertinê dixwazin re li hev civiyan.    Helbet em armanc dikin ku bi muxalefeta siyasî re di her warî de bi axafin û muzakereyan bikin û li ser ewlehiya hilbijartinê heta pêvajoya veguherîne, ji demokrasiya herêmî heya avakirina bihêz, heya gihîştina aştiyê. Ji ber ku hewcedariya Tirkiyeyê bi vê heye, bendewariya gelan ev e, guhertina vê nîzama qirêj û rizgarkirina gel ji vê bextreşî û bêrûmetiyê ye. Divê em tu carî van xalan ji bîr nekin û her tim li ser van bixebitin û bisekinin.    DANEZANA TIRKIYÊ YE    Helwesta me ya ji Serokkomariyê re jî diyar bû, ew e ku em di çarçoveya prensîbên bingehîn ên ku me di danezanê de xêz kirin de, ne bi navan, lê bi têgihiştina muzakereyê tevbigerin.   Van prensîb dikin ku pirsgirêkan çareser bikin, welat bi hev re rêve bibin û pêşerojek birûmet ji bo gelan biafirînin. Ev prensîb ji bo bingeha demokrasiya bi hêz amadekarî ye. Banga me muzakere û diyalog e, di hizûr û li ser navê we berpirsiyariya min e regihînim. Ji ber vê sedemê, belgeya helwesta me danezana Tirkiyeyê ye, ew nexşeyarêya ber bi demokrasiya bi hêz ve ye.”   MECLÎS BI ÎNKARA KURDAN VEBÛ    Wek ku hûn dizanin Meclîs bi înkarkirina pirsgirêka kurd vebû. Yek ji bingehîn pirsgirêkên vî welatî pirsgirêka kurd e. Her kes viya baş dizane. Serokê Giştî yê AKP'ê pisgirêka kurd înkar kir û axaftina xwe kir. Çi got dibêje 'me pirsgirêka kurd çareser kiriye' Beriya niha bi salekê Serokê Giştî yê AKP'ê hevokek wek 'me pirsgirêka kurd çareser kiriye' negotibû.    ÎNKAR DIDOME    Hêj çend meh berê li Amedê gotibû 'pêvajoya çareseriyê ne me qedandiye'. Hem berpirsiyara xwe înkar kir hem jî li xwe mikûr hat ku pêvajo neqediyaye. Yanî piştî pêvajoyek ku qedandin, polîtîkaya şer, înkar û îmhayê xistin dewrê û dibêjin me pirsgirêka kurd çareser kiriye.    HEKE PIRSGIRÊK ÇARESER BÛBÛ, ÇIMA PANZÊR ZAROKAN DIKUJIN?   Erê, em li vir bipirsin ka pirsgirêk çawa di salekê de hate çareserkirin û kes pê nizane. Çima bi hezaran siyasetmedarên hilbijartî di girtîgehê de ne? Ger çareser bibe, hûn çima siyasetmedarên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, demokrasî û aştiyê têdikoşin rehîn digirin? Çima hûn wan dixin girtîgehan? Zextên li ser Kurdî, înkar û mêtingeriyê dewam dikin. Têgihîştina ku encamên hilbijartinê yên li yek ji sê parên Tirkiyeyê paşguh dike, dikare pirsgirêka Kurd çareser bike? Ma têgihîştina tayînkirina qeyûman wekî di plana Islahata Rojhilat de, dikare pirsgirêka Kurd çareser bikira? Ma ev e çareserî? Ger we fêhm kiribe, çima panzêr hin jî li bajarên Kurdan digerin û zarokan diperçiqînin û dikujin?