‘Li girtîgehan tedbîrên pandemiyê veguheriye tecrîdê’ 2021-10-05 15:45:00 STENBOL - Odeya Bijîşkan a Stenbolê û Baroya Stenbolê diyar kirin ku li girtîgehan bi tedbîrên pandemiyê re girtî tên tecrîdkirin û xwestin ku tedbîr li gorî hiqûqê û mafê mirovan werin sepandin.  Odeya Bijîşkan a Senbolê û Baroya Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser şert û tedbîrên pandemiyê yên li girtîgehan û edliyeyan li avahiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Bijîşk û hiqûqzan beşdarî civînê bûn û li ewyana civînê pankarta “Bila rêgezên pandemiyê yên li girtîgehan û edliyeyan li gorî hiqûqê û mafê mirovan werin sererastkirin” hat daliqandin.    ‘EDLIYE Û GIRTÎGEH DI BIN METIRSIYÊ DE NE’    Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu diyar kir ku tevî gelek hewldanan jî li edliyeyan û girtîgehan tedbîrên pêwîst nehatine girtin û îqtidar ji bo berjwendiyên xwe pandemiyê bikar tîne. Durakoglu destnîşan kir ku di serdema pandemiyê de cihên herî metirsîdar edliye û girtîgeh in û divê di çarçoveya mafê mirovan de li van cihan bergirî werin girtin û bi taybetî li girtîgehan girtî ji mafên xwe sûd nagirin û mafên wan tên binpêkirin.    ‘GIRTÎ TÊN TECRÎDKIRIN’    Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saip jî anî ziman ku li girtîgehan binpêkirinên mafan veguherîne tecrîdê û girtî di bin tecrîdê de ne. Saîp xwest şert û mercên girtîgehan werin başkirin.